Saziya Giştî ya Pembo hezar û 400 ton pembo wergirt

Saziya Giştî ya Pembo ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hezar û 400 ton pembo ji cotkaran wergirt.

Saziya Giştî ya Pembo hezar û 400 ton pembo wergirt
6 cotmeh, 2024   16:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Hevseroka Saziya Giştî ya Pembo ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Welaa Mehmûd Mihemed ragihand ku saziyê ji 1`ê Cotmehê ve dest bi wergirtina pembo ji cotkaran kiriye.

Rêveberiya Xweser ragihandibû ku wê her toneke pembo bi 600 dolarî ji cotkaran bikire.

Pêvajoya wergirtina pembo, li şaxên saziyê tê kirin. Divê cotkar destpêkê kaxizekê ji Gerînendetiya Çandiniyê ya li kantonan bîne û berhemê bi çiwalan radest bike.

Li gorî Welaa heta niha hezar û 400 ton pembo ji cotkaran wergirtine.

Saziya Giştî ya Pembo hewl dide hilberîna xwecih û şert û mercên aborî yên herêmê geş bike, piştgiriya cotkaran bike.

(şx)

ANHA