Festîvala 3'yemîn a Arîn Bisk û Zulfên Aştiyê didome

Çalakiyên Festîvala 3'yemîn a Arîn Bisk û Zulfên Aştiyê li Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido ya bajarê Kobanê didome. Di roja 2'yemîn a festîvalê de şanoyek bi navê "Ras El Memlûk Cabir" hat pêşandan.

Festîvala 3'yemîn a Arîn Bisk û Zulfên Aştiyê didome
6 cotmeh, 2024   17:03
KOBANÊ

Di roja 2'yemîn a Festîvala Arîn Bisk û Zulfên Aştiyê de ya bi dirûşma "Şano nasnameya hişmendiya civakî ye" koma şanoyê ya bajarê Hesekê şanoya xwe ya bi navê "Ras El Memlûk Cabir" li Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido ya bajarê Kobanê pêşkêş kir. Di roja 2'yemîn de bi dehan şênî beşdar bûn.

Şano ji derhêneriya Omran Yûsif û nivîsa şanogerê Sûriyeyî Seedellah Wenûs e.

Duh jî koma şanoyê ya bajarê Reqayê şanoyek bi navê "Komedyaya Heft Rojan" pêşkêş kir. Tê de bi sedan şênî beşdar bûn.

 Festîval ê heta 12'ê vê mehê bidome û tê de komên şanoyê yên Heleb, Şehba, Reqa, Minbic, Tebqa û Kobanê dê şanoyên xwe pêşkêş bikin.

Festîval her 2 salan di 5'ê Cotmehê de ji aliyê Desteya Çandê ya kantona Firatê û Tevgera Çane û Hunerê ya Mezopotamyayê ve tê lidarxistin. 5'ê Cotmehê salvegera çalakiya fedayî ya fermandar Arîn Mîrkan e ya ku di şerê Kobanê yê 2014'an de li dijî çeteyên DAIŞ'ê pêk aniye.

Arîn Mîrkan (Dilara Gênc) ji Efrîna dagirkirî ye. Sala 1992`yan ji dayik bûye. 2007`an tev li refên tevgera azadiya Kurdistanê bûye. 5`ê Cotmeha 2014`an li Kobanê di berxwedana li hember êrişên çeteyên DAIŞ`ê de li Girê Miştenûrê bi çalakiyeke fedayî şehîd bû.

(mh)

ANHA