Bi çalakiyên cihêreng Roja Mamosteyan a Cîhanê hat pîrozkirin

5`ê Cotmehê Roja Mamosteyan a Cîhanê ye, bi vê boneyê şahî û çalakiyên werzîşî li kantona Cizîrê hatin lidarxistin.

6 cotmeh, 2024   16:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Yekitiya Mamosteyan bi koordîneya Navenda Perwerdeyê ya bajarê Til Temirê bi vê boneyê şahiyek li hola şahiyan a El Xeyma li dar xist. Şênî, mamoste, nûnerên partî û gelek xwendekar tev li şahiyê bûn.

Endamê Rêveberiya Yekitiya Mamosteyan a Til Temirê Ferhan El Taan, cîgira Hevserokatiya Meclisa Bajarê Til Temirê Madlên El Ubeyd, endamê Yekitiya Rewşenbîran a bajarê Til Temirê Xelîl Elî axivîn û ev roj li mamosteyan pîroz kirin û diyar kirin ku mamoste, kevirê bingehîn ê avakirina civak û welat e.

Her wiha axêveran destnîşan kirin ku mamosteyê yekemîn Rêber Abdullah Ocalan hişyarî û zanabûn di nava civakê de belav kir û di heman demê de pergala îşkence û qirkirinê şermezar kirin.

Di dawiya şahiyê de beşdaran xelekên govendê li ber stranên Koma Şoreş a Navenda Çand û Hunerê ya bajêr gerandin.

GIRKÊ LEGÊ

Yekitiya Mamosteyan a kantona Cizîrê bi vê boneyê çalakiyên werzîşî ji mamosteyan re li dar xistin. 

Di çalakiyan de, tîmên mamosteyan ên ji Ceza, Çilaxa û Girkê Legê bi hev re maçên fotbolê û voleybolê, lîstin.

Bi dehan mamoste, nûnerên Yekitiya Mamosteyan a kantona Cizîrê, Yekitiya Mamosteyan a Girkê Legê û Rimêlanê û bi dehan xwendekar tev li wan çalakiyan bûn.

Di çalakiyan de, bi navê Yekitiya Mamosteyan Ehmed El Ebdullah axivî û behsa girîngiya rola mamoste di pêşxistina civakan de kir.

Her wiha bang li mamosteyan kir ku berpirsyariyên xwe bi cih bînin da ku vê role bilîzin.

Di maça voleybolê de ku di navbera tîma Yekitiya Mamosteyan a Girkê Legê û Tîma Yekitiya Mamosteyan a Çilaxa de li dar ketiye, tîma Çilaxayê bi ser ket.

Her wiha di maça fotbolê de ya di navbera tîma Yekitiya Mamosteyan a Cezayê û Yekitiya Mamosteyan a Çilaxayê de tîma Çilaxayê bi ser ket.

(şx)

ANHA

TIL TEMIR