Dan û standinên nukleerî yên Îran û DYA’yê hatin paşxistin

Rayedarekî Îranê diyar kir ku gera 4'an a dan û standinên Îran û DYA’yê ya ku çaverê bû roja şemiyê li Romayê dest pê bikira, hat paşxistin. Rayedar got destnîşankirina demeke nû bi rêbaza DYA’yê ve girêdayî ye.

Dan û standinên nukleerî yên Îran û DYA’yê hatin paşxistin
1 gulan, 2025   23:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Rayedarekî payebilind ê Îranê ji ajansa Reuters’ê re diyar kir ku gera 4'an a dan û standinên Îran û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ya ku çaverê bû roja şemiyê li Romayê dest pê bikira, hat paşxistin. Rayedar got destnîşankirina demeke nû bi rêbaza DYA’yê ve girêdayî ye.

Rayedar diyar kir ku cezayên Amerîkayê yên li ser Îranê nexasim hemwextî pêkanîna dan û standinan nahêlin aliyên beşdar vê pêvajoyê bi awayekî dîplomasî bibin serî û pirsgirêkê çareser bikin û ragihandina demeke nû ya dan û standinan girêdayî rêbaza DYA’yê ye.

Seltenet Uman ku di gerên berê de navbeynkarî kir, îro got gera din a dan û standinên nukleerî ku çaverê bû 3’yê Gulanê bihata pêkanîn, ji ber sedemên lojîstîkî hat paşxistin.

Girêdayî wê, çavkaniyeke şopîner ji Reuters’ê re diyar kiribû ku DYA’yê qet beşdarbûna xwe di gera 4’an a dan û standinên li Romayê de teqez nekiriye.

Heman çavkanî anî ziman ku hîna dem û cihê li darxistina gera bê ya dan û standinan teqez nebûye, lê texmîn e di demeke nêzîk pêk bê.

Piştî Washingtonê li hember piştgiriya Hûsiyên li Yemenîn û ferzkriina cezayên nû yên girêdayî petrolê, hişyarî dabûn Îranê, Îranê demeke berê DYA’yê bi pêkanîna "tevgerên nakok" û "daxuyaniyên provokatîf" tohmetbar kiribû.

Dezgehên fermî yên çapemeniyê ku agahiyên xwe spartibûn berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê diyar kiribûn ku Tehran wê "bi cidî û îsrar" dan û standinên bi DYA’yê ku encam pêk bên, dewam bike.

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Iraqcî, çarşemê gotibû ku çaverê ye Îran û 3 hêzên Ewropî; Brîtanya, Fransa û Almanya roja înê li Romayê bicivin ku têkiliyên nakok ên ji ber bernameya Tehranê ya nukleerî, baş bikin.

(mh/fr)