Şaredariyên Şêxmeqsûd-Eşrefiyê û Meclisa Helebê civîna sêyemîn li dar xist

Di çarçoveya pêkanîna bendên peymana 1ˊê Nîsanê de di navbera nûnerên komîteyên Şaredariya Gel a Taxên Şêxmeqsûd-Eşrefiyê û nûnerên Meclisa Bajarê Helebê de civîna koordînayî ya 3ˊyemîn hat lidarxistin.

Şaredariyên Şêxmeqsûd-Eşrefiyê û Meclisa Helebê civîna sêyemîn li dar xist
19 îlon, 2025   12:10
HELEB

Di çarçoveya hewlên ku Meclisa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ji bo pêkanîna bendên peymana 1ˊê Nîsanê ya bi hikumeta veguhêz a Sûriyeyê re hatiye îmzekirin de, duh civîna 3ˊyemîn di navber her du aliyan de çêbû.

Civîn li avahiya Meclisa Bajarê Helebê bi amadebûna hevserokên Şaredariya Gel a Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Emîne Beyrem û Mistefa Şahîn, serokê Meclisa Bajarê Helebê Mihemed Elî El Ezîz, komîteya qanûnî û komîteya têkiliyan ên girêdayî şaredariya gel, hat organîzekirin.

Di civînê de mekanîzmeyên pêkanîna peymana 1ˋê Nîsanê, lezdana xebitîna li ser bendên girêdayî rewşa xizmetguzarî hatin nîqaşkirin. Li kêlek wê jî rêbazên pêşxistina asta xizmetguzariyan ji şêniyan re di tevahî beşan de ku taybetmendiya her du taxan di ber çavan re were girtin, hatin gotûbêjkirin.

Her du aliyan di civînê de got divê plansaziyek xebatê ya hevbeş were danîn ku başkirina rewşa xizmetguzarî were misogerkirin, astengiyên li pêş rêveşûna xebatê ku pêdiviyên welatiyan bên dabînkirin werin rakirin, hevkarî di navbera saziyên xizmetguzarî de werin xurtkirin.

Di çarçoveya aktîvkirina bendên peymana 1ˊê Nîsanê ya di navbera Meclisa Taxên Şêxmeqûs-Eşrefiyê û nûnerên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê de hat îmzekirin ev civîn hat lidarxistin. Di bendên 11, 13 û 14ˊan ên peymanê de ev tê gotin: "Hemû saziyên sivîl ên herdu taxan bi koordîneya bi saziyên sivîl ên din re dixebitin û bê ku cudahiyê bixin navbera taxên bajarê Helebê, alîkariyê didin saziyên din, ew jî bi rêya herdu şaxên şaredariyê yên li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê.

Nûnertiya herdu taxan bi awayekî giştî û wekhev di Meclisa Parêzgeha Helebê de û di Odeya Bazirganiyê û hemû qadên din de, li gorî qanûnan tê kirin. Saziyên xizmetguzarî, rêveberî, perwerdehî, şaredarî û meclisên xwecihî yên herdu taxan, heta pêkanîna lihevkirineke domdar ji aliyê komîteyên hevbeş ve, wekî xwe dimînin."

Wê di çend rojên bê de ji bo bigihînin formek û mekanîzmeyekê ji bo pêkanîna bendan civînên zêde yên her du aliyan werin lidarxistin.

Civîna koordînayê ya yekemîn a şaredariyan di 15ˊê Nîsanê de hat lidarxistin, dûre civîna duyemîn di 21ˊê Nîsanê de û ji her du civînan komîteyên şaxî hatin avakirin. Xabatên wan komîteyan heta demekê sekinîbû û ji nû ve dest bi çalakiyên xwe kirin.

(fr)

ANHA