Nameya Rêber Apo gihîşt eşîrên li 5 kantonan û Helebê

Nameya ku Rêber Abdullah Ocalan ji rûspî û şêxên eşîrên Sûriyeyê re şandibû bi berfirehî hat pêşwazîkirin û dengvedaneke erênî wergirt. Heta niha name gihîştiye zêdetirî 31 êl û eşîran. Eşîran name bi bangeke durist a ji bo aştiyê û avakirina Sûriyeyeke ewleh û aram bi nav kir.

Nameya Rêber Apo gihîşt eşîrên li 5 kantonan û Helebê
19 îlon, 2025   12:11
QAMIŞLO

Rêber Abdullah Ocalan ê ku ji 15ˊê Sibata 1999ˊan ve di girtîgeha Îmraliyê de ragirtiye, nameyek hezkirin û aştî ji rûspî û şêxên eşîrên li Sûriyeyê re şand. Ajansa me naveroka nameyê di 14ˊê Îlonê de weşand.

Rêber Abdullah Ocalan di nameya xwe de xîtabî rûspî û şêxên eşîrên herêmên Cizîrê, Dêrazor, Reqa û Tebqayê kir û got: "Yekitiya we û piştgiriya wê ji Kurdan re li ser bingeha pergala neteweya demokratîk xwedî wateyek mezin e. Û hûn bi rêya vê lihevkirinê bingehek dîrokî ya nû ya pêbawer ji bo têkilî û hevbendiyên di navbera gelên Ereb û Kurd de ava dikin."

Rêber Apo bang li rûspî û şêxên eşîran kir û got: "Rêzdarên birûmet: Hûn dikarin di avakirina Sûriyeyeke demokratîk, ewle, yekgirtî û adilane de roleke dîrokî ya girîng bilîzin. Ji bo Ereb, Kurd, Suryan û Asûriyan û her kesê li ser vê xaka pîroz dijîn girîng e ji bo vê xwişk û biratiya dîrokî tev bigierin. Ew bi wê hêvî û baweriyê we hembêz dikim."

Înîsiyatîfa Sûriyeyê ya ji bo Azadiya Rêber Abdullah Ocalan û Meclisa Rûspiyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo radestkirina nameyê ji rûspî û eşîran re şandeyek ava kir. Şandeyê serdanên fermî ji eşîran re kirin.

Nameya ku Rêber Apo şandiye heta niha gihîştiye van eşrî û êlan:

Êla Mihelmiye

Eşîra Benî Rebîe

Eşîra El Cihêş

Eşîra El Bo Xetab

Eşîra El Bo Hemdan

Eşîra El Bo Salih

Êla El Cibûr

Êla El Begara

Eşîra El Sada El Neîm El Simêdi

Eşîra Herb

Eşîra El Bo Saraya

Êla El Igêdat

Eşîra El Weheb

Eşîra Tifeyhiyîn

Êla El Hidêdiyê

Eşîra El Meamira

Êla El Heyalîn

Eşîra El Xenafir

Eşîra El Hebîb

Êla Şerabîn û rûspiyên wan û ji wan ên name radestî wan hatiye kirin ev in:

Şêx Muhsin Dawûd El Finêtiş

Al El Hecî Mehmûd Ehmed El Hesen

Şêx eşîra El Hemdon El Şerabiye

Salim Ebdullah El Şemam

Mihemed Diyab El Diyab

Êla Tey, van eşîran name teslîm birine:

Eşîra El Cewale

Eşîra El Bo Asî

Eşîra El Benî Seba

Eşîra El Diyabat

Eşîra El Keyaxî

Eşîra El Meamira

Eşîra El Elyan

Eşîra El Yesar

Nûner û rûspiyên din:

Dîwana Ebdulkerîm Hisên Tirkî El Xenam, nûnerê eşîra El Xencer

Dîwanên Cemîl Reşîd El Hefel (eşîra El Igêdat)

Mişan Tirkî El Xebîl

Meclisa Rûspiyên Eşîran a Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê

Nêrîn û helwestên piranî rûspî û şêxên eşîr û êlên Ereb bûn yek ku nameya Rêber Abdullah Ocalan di cewhera xwe de bangek durist ji bo aştiyê vedihewîne û nêrînek li ser bingeha prensîbên jiyana hevbeş û xurtkirina têkiliyên biratiyê di navbera pêkhateyên cûda yên civakê de nîşan dide.

Rûspî û eşîran piştgiriya xwe ji Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) re nîşan da û got QSDˊê roleke pêşeng di bersivdana êrişên DAIŞˊê de da, ewlehî û îstîqrara li herêmê parast ku ew di avakirina Sûriyeyek yekgirtî û demokratîk de dibin piştgirî.

Eşîr û êlên Erebî destpêşxerêya diyalogê û nêzîkbûna di navbera pêkhateyan de pêşwaz kir û diyar kir ku ji bo sivikkirina nakokiyan û xurtkirina hevgirtina di navbera Ereb û Kurdan de gaveke erênî ye.

Di vî warî de rûspî û şêxên eşîran got ew bi nêrîna Rêber Abdullah Ocalan a ji bo çareserkirina krîzên li herêmê ve girêdayî ne û got ev vîzyon temsîla pêşkêşiyek pêbawer dike.

Hîna şandeya ku ji Înîsiyatîfa Sûriyeyê û Meclisa Rûspiyan hatiye avakirin serdanên xwe ji şêx û rûspiyên eşîrên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re didomînin.

(fr)

ANHA