‘Rojhilata Navîn di navbera rêxistinkirinên qonaxî û astengiya çareseriyên giştî de’

Şîrovekaran diyar kir ku rewşa li Rojhilata Navîn di navbera hewldanên lihevkirinên ewlehî yên li başûrê Sûriyeyê û tesbîtkirina vebijêrka ‘Çareseriya Du Dewletan’ de li gel rageşiya zêde ya Îsraîlê ye.

‘Rojhilata Navîn di navbera rêxistinkirinên qonaxî û astengiya çareseriyên giştî de’
19 îlon, 2025   11:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî yên îro girîngî da pêşdeçûnên li Rojhilata Navîn û dosya Sûriye-Îsraîlê.

Rojnameya El Nehar a Lubnanê bi sernavê "Ber bi rêkeftineke ewlehî ya Sûriye-Îsraîlê ve" nivîsek parve kir. Rojnameyê diyar kir ku êdî başûrê Sûriyeyê qada jinûve parvekirina serweriyê ye ku li ser maseya navneteweyî tê nîqaşkirin.

Rojnameyê destnîşan kir ku serdana wezîrê karên derve yê hikumeta veguhêz a Sûriyeyê Esed El Şîbanî ji Washingtonê re û hevdîtina bi berpirsên Amerîka û Îsraîlê re nîşaneya derketina dosyayê ji xeleka agahiyên nepen ber bi aşkerabûnê ve çêkir.

Rojnameyê aşkera kir ku Îsraîl di tevgerên xwe de hewl dide beriya lihevkirinê aliyê meydanî tesbît bike; ji herêmên Quneytîrayê bigire heta bi Dera û Cebel El Şêx.

Rojnameya El Ereb a Londonê jî bal kişand ser serdana wezîrê karên derve yê hikumeta veguhêz Esed El Şîbanî ji Washingtonê re û bi "nîşaneya lezdana gavên vekirina Amerîkayê ji bo Şamê" bi nav kir.

Di rojnameya El Ereb jî de hat nivîsandin ku Washington hewl dide piştgiriya îstîqrara Sûriyeyê bike da ku bikevin ber xizmeta rêkeftinên ewlehiyê yên bi Îsraîlê re ji bo rawestandina êriş û gefên li ser sînor. Rojnameyê diyar kir ku êdî dosyaya başûrê Sûriyeyê bûye deriyek ji ezmûna hevsengiyên herêmî yên di navbera Washington û Tel Avîvê de û her wiha yên di navbera Moskov û Enqereyê de.

Rojnameya Şerq El Ewset bal kişand ser Lûtkeya Erebî-Îslamî ya dawîn a li Dohayê û bi kongreya "Çareseriya Du Dewletan" ve girê da û çaverê ye piştî civîna Lijneya Giştî ya NYˊyê pêk bê. Rojnameyê aşkera kir ku lûtkeyê ji nû ve helwestên erebî yên der barê Filistînê de vegerandin, bi taybet piştî rageşiya zêde ya Îsraîlê ya li dijî Xezayê û hewlên qetilkirina serkirdeyên filistînî.

Li gorî rojnameyê, cîhan li pêşberî 2 rêyên dijber e: ya yekemîn; Îsraîlê armanc dike ku derfeta avakirina dewleteke Filistînî bi rêya avakirina avahiyên mêtingehiyê û koçberkirinê betal bike û ya duyemîn jî; aliyên navneteweyî û erebî bi biryarên navneteweyî ve girêdayî ne û dibînin ku "Çareseriya Du Dewletan" bijarteya yekane ya realîst e, tevî ku zehmetiya pêkanîna wê digel kiryarên Îsraîlê de heye.

Rojnameya El Beyan a Îmaratê jî bi sernavê "Ji tesfiyekirina dozê ber bi naskirina dewleta Filistinî ve" nivîsek parve kir. Rojnameyê aşkera kir ku şerê li dijî Xezayê alozî vegerandin destpêkê û aşkera kir ku armanca Îsraîlê ya stratejîk rê li ber avakirina dewleteke Filistînê bigire.

Li aliyekî din jî rojnameyê da zanîn ku naskirina zêde ya navneteweyî ji bo dewleta Filistînê temsîla pêşdeçûneke erênî dike.

(fr)