Şaredariyên kantona Cizîrê piştgiriya gelê li Bakurê Kurdistanê kir

Şaredariyên gel ên kantona Cizîrê li hember siyaseta desthilata Tirk û AKP`ê piştgiriya gelê Bakurê Kurdistanê kir ku hewl dide vîna gel piştî ku di hilbijartinan bi bin ket, desteser bike.

Şaredariyên kantona Cizîrê piştgiriya gelê li Bakurê Kurdistanê kir
Şaredariyên kantona Cizîrê piştgiriya gelê li Bakurê Kurdistanê kir
Şaredariyên kantona Cizîrê piştgiriya gelê li Bakurê Kurdistanê kir
Şaredariyên kantona Cizîrê piştgiriya gelê li Bakurê Kurdistanê kir
Şaredariyên kantona Cizîrê piştgiriya gelê li Bakurê Kurdistanê kir
Şaredariyên kantona Cizîrê piştgiriya gelê li Bakurê Kurdistanê kir
Şaredariyên kantona Cizîrê piştgiriya gelê li Bakurê Kurdistanê kir
Şaredariyên kantona Cizîrê piştgiriya gelê li Bakurê Kurdistanê kir
Şaredariyên kantona Cizîrê piştgiriya gelê li Bakurê Kurdistanê kir
3 nîsan 2024   13:20
HESEKÊ

Şaredariyên gel ên kantona Cizîrê bi daxuyaniyekê ragihand ku ew piştgiriya berxwedana gelê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ya li hemberî hewldanên AKP’ê ku şaredariyên ji dest dane, desteser bike, dikin.

Şaredariyên gel ên Hesekê û navçeyên wê Til Temir, Til Birak û Dirbêsiyê di daxuyaniya xwe de serkeftina DEM Partiyê pîroz kir û di heman demê de radestkirina şaredariyê ji aliyê desthilata Tirk ji partiya binkeftî re, şermezar kir.

Di daxuyaniyê de hate gotin: “Ji encamên hilbijartinan diyar bû ku gel ku guhertinê dixwaze û siyaseta AKP`ê red dike û ji cîhanê re peyameke diyar e ku gel ji Erdogan û partiya wî ne razî ye.  Em piştgiriya nemzetên DEM Partiyê yên ku di hilbijartinan bi ser ketin û vîna gelê Bakurê Kurdistanê dikin ku siyaseta AKP’ê red dikin.”

Di dawiyê de bang li platformên hiqûqî yên navneteweyî hat kirin ku kiryarên hovane yên dewleta Tirk rawestînin û destwerdanê bikin, ji bo ku AKP vîna gelan careke din kontrol neke.

TIL TEMIR

HESEKÊ