72 hezar belavokên têkildarî jiyana Rêber Ocalan dê bên belavkirin

Bi boneya 4`ê Nîsanê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 72 hezar belavokên têkildarî kurtejiyana Rêber Abdullah Ocalan bi zimanê kurdî û erebî dê bên belavkirin.

72 hezar belavokên têkildarî jiyana Rêber Ocalan dê bên belavkirin
3 nîsan 2024   13:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Belavokên bi navê “Jiyana Rêber Abdullah Ocalan” ji aliyê Akademiya Zanistên Civakî ya Abdullah Ocalan ve hatine amadekirin.

Belavok ji 8 rûpelan pêk tên û li gel wêneyên Rêber Abdullah Ocalan, kurtejiyana wî tê de tê vegotin.

50 hezar belavok bi zimanê erebî, 22 hezar jî bi zimanê kurdî hatine amadekirin û dê sibê li tevahiya bajaran bên belavkirin.

(sb/a)

ANHA