Tevliheviya li herêmên dagirkirî berdewam e: 5 çete birîndar bûn

Li herêmên dagirkirî, tevlihevî û şerê di navbera çeteyan de didome. Di encamê de 5 çete birîndar bûn.

Tevliheviya li herêmên dagirkirî berdewam e: 5 çete birîndar bûn
3 nîsan 2024   13:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî ku çeteyên artêşa Tirk a dagirker fişar li çeteyan kir ku tev li çeteyên Artêşa Nîştimanî yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker bibin, şer û pevçûn di navbera çeteyan de derket.

Li gorî agahiyên ku çavkaniyên xwecih parve kirine, li Ezazê di encama şer de 2 çete birîndar bûne.

Li navçeya Extarîn a Ezazê jî çeteyên Sultan Mûrad û komeke din a çeteyên odeya bazirganî û pîşesaziyê bi hev ketin, di encamê de 3 çete birîndar bûn.

Li gorî çavkaniyên xwecih, li gundewarên Ezazê seferberiyeke ewlehiyê heye piştî ku çeteyên artêşa Tirk 4 çeteyên Ehrar El Ewlan girt.

Li Efrîna dagirkirî jî duh çeteyên Polîsên Leşkerî û komeke koçberên li Efrînê bi cih bûne, li Kolana Siyasiye ya bajêr bi hev ketin. Her du aliyan gule li hev reşandin. Di encamê de çeteyên Polîsên Leşkerî birîndar bûn.

(şx)

ANHA