Şaredariya Holê civîna xwe ya salane li dar xist

Şaredariya Gel a bajarê Holê projeyên xwe yên ku îsal nirxandin û plansaziya xwe ya sala bê diyar kir.

Şaredariya Holê civîna xwe ya salane li dar xist
Şaredariya Holê civîna xwe ya salane li dar xist
Şaredariya Holê civîna xwe ya salane li dar xist
Şaredariya Holê civîna xwe ya salane li dar xist
Şaredariya Holê civîna xwe ya salane li dar xist
Şaredariya Holê civîna xwe ya salane li dar xist
Şaredariya Holê civîna xwe ya salane li dar xist
Şaredariya Holê civîna xwe ya salane li dar xist
Şaredariya Holê civîna xwe ya salane li dar xist
25 mijdar, 2024   11:21
HESEKÊ

Şaredariya Gel a Holê duh civîna xwe ya salane li dar xist. Di civînê de endamên şaredariyên bajar, bajarok û gundên Holê amade bûn.

Di civînê de rapora salê ji aliyê hevşaredar Xada Ebdulcadir ve hat xwendin.

Li gorî raporê, li xetên bakur û başûrê bajar pir hatin sererastkirin, xebatên kanalîzasyonê hatin pêkanîn û li aliyê bakurê jî xetên kanalîzasyonê danîn.

Di raporê de hate diyarkirin ku beşa avê ya şaredariyê girêbest bi 46 xwediyên sarîcan re çêkirine da ku avê li welatiyan belav bike. Her wiha dê 3 sarîcên şaredariyê avê belav dike. Di raporê de hate destnîşankirin ku li bajarokê Holê û gundê Recim El Hecer 3 stasyonên şêrînkirina avê danîn û 4 fîter hatin guhertin.

Beşdaran pirsgirêkên binesaziyê nîqaş kirin û pêşniyarên xwe anîn ziman. Gelek pêşniyar wek plansaziya sala bê hatin diyarkirin.

Di dawiya civînê de hevşaredarên Holê diyar kir ku şaredarî dê xebatên başkirina xizmetan bi cih bîne.

(bb)

ANHA