Çeteyan welatiyek revand

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li Efrînê welatiyek revand. Aqûbeta kesê revandî nayê zanîn.

Çeteyan welatiyek revand
25 mijdar, 2024   11:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Çeteyên "Polîsên Leşkerî" yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker duh bi şev welatiyê bi navê Mihemed Arif Berî yê ji gundê Badîna yê bajarê Mabatayê yê Efrînê, revand û bir cihekî nediyar.

Li gorî çavkaniyan, aqûbeta Mihemed Arif Berî nayê zanîn.

Çeteyên heman komê 23ˈyê Mijdarê welatiyê bi navê Delîl Hesen Reşo yê ji bajarê Cindirêsê revand û bir cihekî nediyar. Di 16ˈê Mijdarê de jî welatiyê bi navê Nûrî Îsamîl Elî (46) ji mala wî ya li taxa Eşrefiyê ya Efrînê revand. Di 14ˈê Mijdarê de jî welatiyê bi navê Mihemed Mihemed Mistefa (42) ê ji gundê Holiyê yê Racoyê revand.

(bb)