Şaredariya Hesekê amadekariya projeya bajarê sînayî dike

Şaredariya Gel a Hesekê amedekariyan dike ku dest bi projeyeke bajarê sînayî bike. Di projeyê de 3 hezar û 500 dikan hene.

Şaredariya Hesekê amadekariya projeya bajarê sînayî dike
Şaredariya Hesekê amadekariya projeya bajarê sînayî dike
Şaredariya Hesekê amadekariya projeya bajarê sînayî dike
Şaredariya Hesekê amadekariya projeya bajarê sînayî dike
Şaredariya Hesekê amadekariya projeya bajarê sînayî dike
28 îlon, 2025   05:10
HESEKÊ
HINAR IBREHÎM – BOTAN HISÊN

Şaredariya Gel a Hesekê amadekariya “bajarê sînayî” dike ku bi vê yekê armanc dike qerebalixa di nava bajar de kêm bike. 

Ev proje di çarçoveya bersivdana Şaredariya Gel a guhertina cihên dikan û werşeyên sînayî ya derveyî bajar de pêk hatiye. Armanca wê ya sereke jî paqijiya bajar û hêsankirina çûn û hatina di nava kolanan de ye.

Projeya 6 kîlometre dûrî bajarê Hesekê ye. Firehiya herêmê 110 donim e. Li ser vê herêmê dê 3 hezar û 500 dikan werin çêkirin. Lêçûna projeyê 78 milyon dolarê amerîkî ye.

Der barê projeyê de hevşaredarê Hesekê Macid Îsmaîl diyar kir ku proje dê hemû werşeyên pîşeyî li cihekî kom bike û wiha domand: “Dê dikan bi mezinbûn û firehiyên cuda werin amadekirin. Hin ji wan mezin bin, li gorî werşeyên wekî mexrete û darvaniyê bin. Her pîşeyek dê di kolanekê de were bicihkirin.

Îsmaîl destnîşan kir ku werşeyên temîra alav û ereban dê nêzî werşeyên mekanîk bin û wiha dom kir: “Armanca me ji vê yekê, cihên bi hev ve girêdayî nêzî hev bin. Şaredariyê plana vê yekê daniye. Xwediyên dikanan jî proje erê kiriye.”

Macid Îsmaîl destnîşan kir ku projeya wan dê li ser 3 qonaxan pêk were û ev agahî dan: “Qonaxa yekem dê di navbera 1-3 salan de pêk were. Di vê demê de dê nêzî hezar û 500 dikan werin lêkirin.”

Îsmaîl da diyarkirin ku lêkirina dikanan dê bi awayekî koordînekirî di navbera Şaredariya Gel û xwediyên werşeyan de çêbe û wiha dom kir: “Şaredariya gel dê projeyê pêk bîne. Di bajarê sînayî de dê ji bilî dikanan avahiyên îdarî û xizmetguzariyê jî hebin. Wekî nimûne ‘meclisa bajarê sînayî, şaxên Asayîşê, trafîkê û gerînendetiyên xizmetguzariyê yên din. Da bibe bajarek ji hemû aliyan ve tam.”

Macid Îsmaîl li ser helwesta xwediyên werşe û karmendên sînayî got ew ji demeke dirêj ve amade ne û dixwazin dikanên xwe veguhêzin bajar û ev tişt anî ziman: “Beşeke mezin ji wan erd kiriye. Sicîliên wan ên fermî jî hene. Binesaziya wê bi rêjeya ji sedî 70 hazir e.”

(dc)

ANHA