Nivîskar Mihemed Ebdulbaqî: Pêwistiya gelê Sûriyeyê bi projeyeke nîştimanî heye

Endamê Yekitiya Nivîksarên Ereb a Sûriyeyê Mihemed Ebdulbaqî diyar kir ku pêwistiya gelê Sûriyeyê bi projeyeke nîştimanî ya nûnertiya nêrîn û hêviya hemû aliyan dike, heye.

Nivîskar Mihemed Ebdulbaqî: Pêwistiya gelê Sûriyeyê bi projeyeke nîştimanî heye
28 îlon, 2025   05:50
HESEKÊ
HINAR ÎBREHÎM

“Kongreya Nîştimanî ya Sûriyeyê” ya hikumeta veguhêz di meha Sibatê de li dar xist, nikarîbû hemû gelê Sûriyeyê kom bike. Hêzên siyasî û leşkerî yên herî çalak di Sûriyeyê de jê hatin dûrxistin. Wekî nimûne, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilat Sûriyeyê, QSD, nûnerên Durzî û Elewiyan dûr man. Hemû hêzên derveyî welat beşdar nebûn. 

Têkildarî mijarê endamê Yekitiya Nivîskarên Ereb a Sûriyeyê Mihemed Ebdulbaqî axivî û diyar kir ku pirsgirêkek bingehîn di desthilata Sûriyeyê de heye û wiha dest bi axaftinê kir: “Hikumeta veguhêz bi nêrîna ‘ên bi ser ketin, biryarê didin’ difikirin. Wiha jî nêzî hemû mijaran dibin. Civaka Sûriyeyê pireng e. Ne mumkine pêkhateyek were dûrxistin û yê din nêzîkî xwe bike. Ev nêrîn dûrî danûstendina giştî ya pêwistiya hemû gelê Sûriyeyê pê heye, dikeve.”

‘KONGRE NÛNERTIYA GELÊ SÛRIYEYÊ NAKE’

Mihemed Ebdulbaqî da zanîn ku dema we behsa “kongreya nîştimanî” dikin ev tê wateya hemû pêkhateyên Sûriyeyê digire nava xwe û wiha dom kir: “Ji bo kongreyeke nîştimanî be û hemûyan bibîne, pêwiste tu alî neyên dûrxistin. Ji bo pêkanîna Sûriyaya nû divê her kes xwe tê de bibîne. Dema desthildariyê pêkhateyên behsa mijarê dûr xist, kongre nûnertiya hemû gelê Sûriyeyê nake. Ev tê wate kongreya wan rewatiya xwe winda kiriye.”

‘PÊWISTÎ BI KONGREYEKE GIŞTÎ HEYE’

Ebdulbaqî destnîşan kir ku pêwistiya gelê Sûriyeyê bi kongreyeke giştî heye û wiha dom kir: “Kongreyeke hemû alî cihê xwe tê de bigrin û daxwazê xwe pêşkêş bikin. Di wir de nêrîna xwe ya giştî û rastîn bînin ziman. Divê tu alî neyên dûrxistin. Dûrxistina aliyan danûstendinê kêm û lawaz dike. Heger em behsa avakirina Sûriyaya pireng û demokratîk bikin. Heger em behsa dewletke hemwelatîbûyînê bikin, divê em kesî dûr nexin. Berûvajî divê hemû pêkhate di proseya avakirinê de hebin. Bi xwe nûnertiya xwe Bêjin. Wiha da em karibin wateya rast bidin Kongre nîştimanî ya nûnertiya hemû gelê Sûriyeyê dike.”

‘EDALETA VEGUHÊZ BINGEHA ÇARESERIYÊ YE’

Mihemed Ebdulbaqî li ser riya çareseriyê ev tişt anî ziman: “Gava yekem divê rêgeza edaleta veguhêz aktîf bibe. Di encama wê de em diyar bikin, destê kê ketiye rijandina xwîna gelê Sûriyeyê de heye. Em bizain kê malê giştî diziye. Wê demê divê em bi nêrîna koman û mejiyê tolhildanê li hev meyze nekin. Divê em bi nêrîna dewletê tevbigerin. Da em karibin sûcdaran li ber dadgehên fermî darizînin. Bi vê wateyê em ê gavên bingehîn ên li ser esasê jêrzemîna sereke ya ber bi pêkanîna edaleta veghêz ve bavêjin. Paşê em ê gavên sereke ber bi danûstendina nîştimanî ya rast ve bavêjin. Ev dê bibe misogeriya hesabdarî û çêkirina baweriya di navbera aliyan de.”

(dc)

ANHA