Şaredariya Girkê Legê 8 alavên nû xistin xizmetê

Şaredariya Gel a Girkê Legê 8 alavên nû xistin xizmetê. Li gorî şaredariyê, 3 kamyon ji bo komkirina çopê, 2 alavên ji bo xizmetguzariyan, 2 traktor û tankerên avê xistine xizmetê.

Şaredariya Girkê Legê 8 alavên nû xistin xizmetê
Şaredariya Girkê Legê 8 alavên nû xistin xizmetê
Şaredariya Girkê Legê 8 alavên nû xistin xizmetê
Şaredariya Girkê Legê 8 alavên nû xistin xizmetê
Şaredariya Girkê Legê 8 alavên nû xistin xizmetê
Şaredariya Girkê Legê 8 alavên nû xistin xizmetê
Şaredariya Girkê Legê 8 alavên nû xistin xizmetê
Şaredariya Girkê Legê 8 alavên nû xistin xizmetê
11 adar, 2026   13:48
QAMIŞLO

Bi armanxa lezandina asta xebata xizmetguzarî, nemaze di warê komkirina çopê, başkirina rewşa paqijiya giştî û piştevaniya xebatên dîtir de Şaredariya Gel a Girkê Legê 8 alavên nû xistin xizmetê.

Li gorî Şaredariyê, 3 kamyon ji bo komkirina çopê, 2 alavên JAK ên ji bo xizmetguzariyan, 2 traktor û tankerên avê (sîtêr) xistine xizmetê.

Der barê mijarê de, endamê Nivîsgeha Rêveber a Şaredariya Girkê Legê Mihemed Selîm Şakir diyar kir ku derbaskirina van alavan bi destpêşxeriya gel û di çarçoveya hewldanên berdewam ên pêşxistina xizmetguzariyê de pêk hat.

Şakir destnîşan kir ku ew ê traktorekê ji bo Şaredariya Erûrê, yek din ji bo Şaredariya Mistefawiyê veqetînin. Şakir bang li şêniyan kir ku bi şaredariyê re paqijiya herêmê bikin, ji ber ku parastina jîngehê berpirsiyariya hevbeş a saziyan û civakê ye.

(fr)

ANHA