Şaredariya Gel a Reqayê dest bi xebatên asfaltkirina rêyan kir
Şaredariya Gel a Reqayê di çarçoveya plansaziya salane de dest bi asfaltkirina rêyên sereke û yên taxan kir.
Şaredariya Gel a Reqayê ji bo sala 2025'an gelek projeyên xizmetguzariyê dane destpêkirin, bi taybet projeyên asfaltkirina rêyan û sererastkirina torên kanalîzasyonê di nava bajêr de.
Şaredariya Gel a Reqayê ji sedî 65’ê projeyên asfaltkirina rêyan pêk anîne, her wiha ji sedî 90’ê projeyên kanalîzasyonê yên sala 2024’an pêk anîne.
Li gorî rayedarên şaredariyê rêyên di sala 2024an de li bajêr hatine asfaltkirin rêyên taxên kevn ên bajarê Reqayê, taxa El Hesûn, Kolana Seyf El Dewle, cadeya El Mensûr, cadeya El Nûr, cadeya El Rahman li taxa Rimêla û rêyên kolana Trênê û bi dehan rêyên taxan.
Xebatkarê şaredariyê endezyar Ebdulhemîd El Ilês der barê mijarê got: "Me dest bi amadekariya proseya asfaltkirina rêyan li taxên bajarê Reqayê kiriye. Di qonaxa destpêkê de asflta berê tê rakirin û kevirên hêrandî têne raxistin da ku ji bo asfaltkirinê amade bin. "
Li gorî El Ilês, butçeya giştî ya projeyên asfaltkirina rêyan li bajarê Reqayê digihêje 1.9 milyon dolarî. Her wiha diyar kir ku tevahiya plana ku ji aliyê şaredariyê ve hatiyin amadekirin, dê di rojên pêş de werin cîbicîkirin.
(k)