Li Kobanê Komxebata Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî

Di çarçoveya konferansa Yekhelwest û yekrêziya kurdî îro ji aliyê Partiya Yekîtiya Demokratîk komxebateke hevbeş li ser asta kantona Firatê, Cizîr û Partiya PDKS ve hat li darxistin.

Li Kobanê Komxebata Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî
Li Kobanê Komxebata Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî
Li Kobanê Komxebata Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî
Li Kobanê Komxebata Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî
Li Kobanê Komxebata Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî
Li Kobanê Komxebata Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî
Li Kobanê Komxebata Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî
Li Kobanê Komxebata Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî
Li Kobanê Komxebata Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî
19 gulan, 2025   15:05
KOBANÊ

Di bin dirûşmeya `Em ê ji bo xurtkirin û pêşxistina yekîtiya niştîmanî û çareseriya pirsgirêka Kurdî li Sûriyê li ser bingeha Sûriyeke demokratîk piralî û nenavendî têbikoşin’ komxebateke hevbeş ji aliyê partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) a Kantona Firatê û partiya PDKS`ê (Partiya Demokratî Kurdî Sûrî) bi tevlîbûna bi dehan nûner û rêveberiyên saziyên Rêveberiya Xweser û partiyên siyasî li hola çand û hunera Baqî Xidoyê hat li darxistin.

Komxebat bi deqeyekê rêzgirtin dest pê kir. dûra jî Hevserokê Ofîsa Têkiliyên Partiya Yekîtiya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Silêman Erebo ve axaftin hat destpêkirin û têde qala hurguliyên ku di konferansê de pêk hatî kir û got ku em li ser du xalên sereke ku ew jî yek jê suryeyekî ne navendî û pirrengî û xala din jî li ser asta Kurdîtiyê ye.

Silêman Erebo got ku :" Yekîtî bi yek helwestî û bi hêz, siyaset û bi kesên ku riya berxwedaniyê dişopîn in pêkan e. ji lewra jî em niha xwediyê faktoreke gelekî girîngin li vir, ji lewra em jî bi yekîtî li ber xwe bidin. Ew yekîtî jî bingeha xwe hêza me bû, QSD`ê û berxwedaniya gelê me bû. me li ser wesîqeya konferansê li hev kir, yek li ser asta niştîmanî Sûrî ya din jî li ser asta netewî Kurdî. Di niştîmanî Sûrî de dibêje divê hemû pêkhate xwedî maf bin, çi gel dibe bila bibe lê divê di sûriyê de cihê xwe bigre û sûriyeyekî ne navendî be, merkezî têde tune be. Her wiha divê siyaseta bi armanca guhertinên dîmografî û siyasetê li hemberî pêkhate û netewê din divê rabin. "

Silêman anî ziman ku ew jî Kurde û ji mafê wî ye ku her tişt girêdayî Kurdbûna wî be jî û got:" Ez jî xwedî nasname me, ez jî Kurd im û li Sûriyeyê jiyan dikim. Ji lewra divê em jî ji vir û şûnda ber bi Sûriyeyekî ne navendî ve biçin."

Dûra jî Endamê  Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat a Kurdî Sûriyê PDKS Gêlo Îsa li ser dîroka şoreşa rojava di heman demê de beriya şoreşê ku Kurd di nava rewşeke qirkirinê re rû bi rû bûn axivî û got:" Her tişt li Kurdan hatibû qedexekirin, bi hezaran Kurd di bin asmlasyonê re hatin derbaskirin, ruxmî ku kurdan ev tişt nepejiran jî, lê dîsa jî desthilatdariyê xwestin Kurdan biçewisîn in, bi taybet di sala 2011`an de dîrokek nû li Sûriyê dest pê kir, ew dîrok veguherî şoreşê, di sala 2012`an ve şoreşa Rojava dest pê kir, di wir de Kurdan şoreşa xwe bi rêve bir û li hemberî her cure dagirkerî, desthiltdarî li ber xwe dan."

Dûra jî ji aliyê mêvana nîqaş di çarçoveya Kongirê de hatin kirin û komxebat bi wê re bi dawî bû.

(sş)

ANHA