Şaredarê Sehnaya yê gundewarê Şamê hat kuştin

Çekdarên nenas gule li şaredarê bajarê Sehnaya yê gundewarê Şamê Husam Weror û kurê wî barandin û kuştin.

Şaredarê Sehnaya yê gundewarê Şamê hat kuştin
1 gulan, 2025   16:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî çavkaniyên çapemeniyê yên xwecihî, şaredarê Sehnaya yê gundewarê Şamê Husam Weror û kurê wî, piştî ku ji hêla çekdarên nenas ve rasterast hatin gulebarankirin, hatin kuştin.

Çavkaniyan diyar kir ku, piştî çend saetan ji ketina hêzên desthilata Şamê li herêmê, ev bûyera kuştinê rû da. Lê tu agahiyên dîtir li ser bûyerê yan jî aliyê berpirsê wê bûyerê heta niha bi dest neketine.

(fr)