Şaneyek veşartî hat bêbandorkirin

Tîmên Operasyonên Leşkerî (TOL) yên girêdayî QSD’ê li gundewarên rojhilatê Dêrazorê 4 endamên şaneyên rejîma Baasê û çeteyên Dîfa El Wetenî girtin.

Şaneyek veşartî hat bêbandorkirin
31 ÇILE, 2025   09:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya QSD’ê der barê mijarê de daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin:

"Tîmên Operasyonên Leşkerî (TOL) yên girêdayî hêzên me (QSD) roja Pêncşemê (23’ê Çileyê) operasyoneke ewlehiyê li gundewarê rojhilatê Dêrazorê li dar xist. Operasyon bi armanca jihevbirina şaneyeke girêdayî bermahiyên rejîma Baas û çeteyên Dîfa El Wetenî hat lidarxistin. Şaneyê ji bo derxistina fitneyan û belavkirina tevliheviyê kar dikin, di heman demê de li dijî hêzên me û saziyên sivîl êriş pêk dianîn.

Operasyon piştî şopandina endamên şaneyê û komkirina agahiyên der bar kar û tevgera wan de hat lidarxistin. Hêzên me piştî cihên ku şane xwe tê de vedişart diyar kirin, cih dorpêç kir û 4 endam girtin."

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku QSD’ê dê rê nede hewldanên xirabkirina ewlehiya herêmê, belavkirina tevliheviyê û hedefkirina aştiya navxweyî.

(bb)

ANHA