Di mehekê de 276 kes bûn qurbaniyên bermahiyên şer

Li Suriyeyê ji destpêka salê (ji 1 heta 30 Çile 2025) di encama teqemeniyên bermahiyên şer de 276 kesên ku di nava wan 97 jin û zarok jî hene, jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn.

Di mehekê de 276 kes bûn qurbaniyên bermahiyên şer
31 ÇILE, 2025   09:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Xeteriya bermahiyên şer ên li Suriyeyê li ser jiyana mirovan didome. Tenê di teqînên duh (30 Çile 2025) ên li deverên cuda de 2 kesan jiyana xwe ji dest da, 9 kes jî birîndar bûn. 

Li bejahiya gundên Ceb Ebyad û Um Tînê yên li rojhilatê Helebê, di encama teqîna mayînan de 2 welatiyan jiyana xwe ji dest dan û 4 jî birîndar bûn.

Li nêzî dibistana Şemal a bajaroka Til Hasil a li rojhilatê Helebê jî, di encama teqîna mayinekê de 2 zarok bi giranî birîndar bûn.

Li bajaroka Eyn Deqne yê herêma Şehbayê jî, ciwanekî ku di nava zeviya xwe de bi traktorê kar dikir, di encama teqîna mayinê de birîndar bû.

Li herêma Cebel El-Ekrad a Latkiyeyê jî, di encama teqîna mayinekê de ciwanekî ku dar kom dikirin birîndar bû.

Li bajarê El-Meyadîn ê li rojhilatê Dêra Zorê jî di encama teqîna bombeyekê de zarokek bi giranî birîndar bû.

BÎLANÇOYA MEHEKÊ

Li gorî agahiyên Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Suriyeyê ji destpêka sala 2025’an ve, li tevahiya Suriyeyê di encama teqînên teqemeniyên bermahiyên şer de, 119 kesan jiyana xwe ji dest dane. Ji vana 22 zarok û 4 jî, jin in. Di teqînan 157 kesên ku di nava wan de 71 zarok hene jî birîndar bûn.

(a)

ANHA