Emerîkayê li Suriyeyê serkirdeyek El Qaîdeyê kuşt

CENTCOM’ê ragihand ku wan li Sûriyeyê fermandarekî payebilind ê koma Huresedîn ya El Qaîdeyê kuştiye.

Emerîkayê li Suriyeyê serkirdeyek El Qaîdeyê kuşt
31 ÇILE, 2025   09:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Navendî ya Hêzên Emerîkayê (CENTCOM) li ser hesabê xwe yê X’ê kuştina fermandarek El Qaîdeyê ragihand.

Di daxuyaniya CENTCOM’ê de hate gotin; “Di 30’ê Çileyê de di êrişeke balafirên şer de li bakurrojavayê Sûriyeyê Mihemed Selah El Zebîrê fermandarê payebilind ê komika terorîst a Huresedinê ya El Qaîdeyê hatiye kuştin.

Hêjayî gotinê ye Koma Huresedînê komek çekdar a tundrewe ku li ser bingeha îdeolojiya El Qaîdeyê hatiye damezirandin û li Sûriyeyê çalake. Ev Kom di sala 2018’an de hatiye damezirandin û ji çend komên cuda yên Eniya Nusrayê pêk tên.