Şandeyeke Swêdê serdana Rojava kir

Şandeyeke siyasî ya Swêdê serdana Rojava kir û bi Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser re rewşa li herêmê gotûbêj kir.

Şandeyeke Swêdê serdana Rojava kir
18 sibat, 2026   12:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku roja sêşemê, şandeyeke siyasî ya Swêdê serdana Rojava kir. Şande ji endamê Parlamentoya Ewropayê ji Partiya Çep a Swêdê Jonas Sjöstedt û endama rêveberiya partiyê û berpirsa têkiliyên derve Yekbûn Alp pêk dihat.

Şand ji aliyê hevseroka Daireya Têkiliyên Derve Îlham Ehmed, cîgira wê Gulistan Elî û nûnerê Rêveberiya Xweser ê li Şamê Ebdulkerîm Omar ve hat pêşwazîkirin.

Di civînê de Îlham Ehmed rewşa li Sûriyeyê, bi taybetî li deverên Rêveberiya Xweser, ji şandeyê re rave kir.

Di civînê de her wiha peymana ku di 29`ê Çileyê de li Şamê di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û hikumeta demkî ya Sûriyeyê de hatiye îmzekirin, hate nîqaşkirin.

Her wiha rewşa mirovî ya li bajarê Kobaniyê ku di bin dorpêçê de ye, hate gotûbêjkirin.

Şandeya Swêdê piştgiriya xwe ji bo gelê Kurd û Rêveberiya Xweser diyar kir û da zanîn ku ew ê êşên şêniyên herêmê ji Parlamentoya Ewropayê û civaka navneteweyî re ragihînin.

(k)