Melayan daxwaza yekitî û biratiya pêkhateyên herêmê kir

Melayê Mizgefta Zên El Abidîn got “Remezan meha paqijkirina dil ji kîn û nefretê ye û divê hemû pêkhateyên herêmê têkilî û nirxên xwe yên civakî biparêzin.”

Melayan daxwaza yekitî û biratiya pêkhateyên herêmê kir
Melayan daxwaza yekitî û biratiya pêkhateyên herêmê kir
Melayan daxwaza yekitî û biratiya pêkhateyên herêmê kir
Melayan daxwaza yekitî û biratiya pêkhateyên herêmê kir
Melayan daxwaza yekitî û biratiya pêkhateyên herêmê kir
18 sibat, 2026   12:34
QAMIŞLO

Bi hatina meha Remezanê re melayê Mizgefta Zên El Abidîn û endamê Kar û Barên Mizgeftan li Weqfa Omer El Hemîd ji ajansa me (ANHA) re axivî û got: “Remezan pêvajoyeke baweriyê ya mezin e. Di Remezanê de divê dûrî zimanê nefretê û nîjadperestiyê nirx ji rehmet, aştî, xwişk û biratiya civakê re were dayîn.”

Her wiha mela Omer El Hemîd li ser wateya meha Remezanê got: “Wekî ku di suneta nebewî de hatiye nivîsandin meha Remezanê ne tu tenê tu ji hilatina rojê heyanî roj biçe ava avê venexwê û xwarin nexwê. Di vê mehê de tu ji bo nekeve nava agir efû û rehmetê dixwazê. Deriyên ezman vedibin û deriyên dojehê têne girtin.”

Mela Omer El Hemîd ji bo bûyerên li Sûriyeyê û bi taybet li herêma Cizîrê qewimîn, wiha got: “Divê hemû misilman nekevin bin bandora zimanê nefretê û bi provokasyonan nexapin. Dijminahî bi hev re û bi yên ne misilman re nekin û di dilê wan de kîn û nefret nebe. Di ola îslamê de tiştekî wisa nîn e û nayê qebûlkirin. Xelkê herêmê bi hemû pêkhateyên xwe ev bûye sed sal li ser bingeha aştî û biratiyê bi hev re dijîn. Meha Remezanê firsend e ku ev girêdan û têkiliyên binirx ên gelan xurttir bibin.”

Mela El Hemîd di dawiya gotinên xwe de bang li hemû melayan kir û got: “Melayên hemû mizgeftan bila di axaftinên xwe de şîreta hikmet û aştiyê li gel bikin. Di vê pêjvajoya hesas de bila hemû misilman di exlaqên xwe de pêşeng bin, têkilî û biratiya xwe biparêzin, dil, xebat û zimanê xwe ji durûtiyê paqij bikin.”

ANHA