Şandeyeke Mitranê Ortodoks serdana taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye kir

Şandeyeke Mitranê Romê Ortodoks li ser vexwendina Însiyatîfa Sûriyeyê ya ji bo Azadiya Rêber Abdullah Ocalan serdana taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê kir, rewşa her du taxan û pergala rêveberiya li wir şopand.

11 îlon, 2025   19:10
HELEB

Li ser vexwendina Însiyatîfa Sûriyeyê ya ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan, şandeyeke payebilind a Mitranê Romê Ortodoks ê Helebê serdana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê kir. Şande bi armanca şopandina rewşa her du taxan û naskirina modela Rêveberiya Xweser a li ser ramanên Rêber Abdullah Ocalan ava bûye, serdan dike. 

Şandeyê mitranê ji metranê Heleb, Skenderon û yên girêdayî wê Avram Malûlî, keşîş Yusif Jarayan, papaz Ignatyos Mansûr pêk hat ku ji aliyê berdevka însiyatîfê Amne Xedro, endamên însiyatîfê Rojiyan Hisên û Mirî El Şiblî ve hatin pêşwazîkirin.

Di hevdîtinê de her du aliyan, nêrînên xwe der barê teşeya rêveberiyê ya herî guncew û ya ku mafan û azadiya misoger dike, parve kirin. Her du aliyan li hev kirin ku modela demokratîk gelek girîng e. Her wiha, pêşketina dîrokî ya Yewnanistanê û çawa ji aliyê Rêber Abdullah Ocalan ve li ser astên bîrdozî û civakî hatiye şîrovekirin, gotubêjkirin.

Amne Xedro destnîşan kir ku projeya Rêber Abdullah Ocalan bê dûrxistin, mafên her kesî dabîn dike, banga wî ya aştiyê û civaka demokratîk, dikare gelan di çarçoveya parastina taybetmendiyan û azadiyan de, gelan komî ser hev bike.

Amne wiha domand: “Şêniyên her du taxan li ser ramanên Rêber Abdullah Ocalan tê koşiyan. Têkoşîna wan bi ser ket û wan jî herêm ji êrişan parast. Divê em xwedî li vê ramanê derkevin. Ji bo ku destkeftiyan biparêzin û istiqrarê xurttir bikin.”

Mitran Avram Malûlî got gelek girîng e vegerin dîrokê û jê tecurbeyan bigirin ji bo ku şaştiyan derbas bikin û destnîşan kir ku dêr, piştgiriya tevahî hewldanan dike ji bo ku demokrasî û aştî bi dest bikeve.

Mirî El Şiblî jî, têgeha dewletperest şîrove kir û siyasetên dûrxistinê yên ku pêkhateyan paşguh dike û civakan parçe dike, rexne kirin.

Endama însiyatîfê Rojiyan Hisên jî, teqezî bi rola ciwanan û jinan di pêvajoya aştiyê de kir û got: “Ramanên Rêber Abdullah Ocalan rewşa jinan guhertin. Wî azadiya jinan kir bingeha têkoşîna civakê tevda.”

Beriya ku şande bi Hevserokên Meclisa Giştî ya her du taxan re bicive, însiyatîfê perspektîfên Rêber Abdullah Ocalan pêşkêşî şandeyê kir ji bo ku ramanên wî nas bikin. Di navbera her du aliyan de, li ser modela rêveberiya xwecih, lihevkirina 1`ê Nîsanê û girîngiye sepandina nenavendîbûnê wek çareseriya bidawîkirina aloziyê, nîqaş kirin.

Di dawiya serdanê de, şandeyê serdana Pakrewangeha Şehîdên Berxwedana Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye û muzexaneya wêneyên şehîdan a li Parka 4`ê Nîsanê kir.

(şx)

ANHA