Şandeyeke Însiyatîfa Gel a Qamişloyê bi NY’yê re civiya

Şandeyeke Însiyatîfa Gel a Qamişloyê bi Komseriya Kar û Barên Penaberan a Neteweyên Yekbûyî  re civîya. Şandeyê daxwaz kir ku gelê Kurd di NY’yê de bê naskirin. Şandeyê diyar kir ku komîseriyê ew bi kêfxweşî pêşwaz kirine û soz dane ku daxwaza wan bigihînin rêveberiya NY’yê.

Şandeyeke Însiyatîfa Gel a Qamişloyê bi NY’yê re civiya
15 hezîran, 2026   13:04
QAMIŞLO

Îro Însiyatîfa Gel a Qamişloyê ji bo piştgiriya encamnameyên Civata Giştî ya KNKˊê ku banga naskirina Kurdan wek netewe, piştgiriya yekitiya Kurdan û misogeriya mafên wan dike, li pêş avahiya Komseriya Kar û Barên Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (NY) ya Qamişloyê daxuyaniyek da. 

Piştî daxuyaniyê şandeyeke însiyatîfê daxwaznameyek radestî komîseriyê kir.

Piştî ku şandeyê daxwazname pêşkêş kir, li ber avahiyê bersiva pirsên rojnamegeran da. Li ser navê şandeyê, endamê Însiyatîfa Gel a Qamişloyê Şerîf Xelîl axivî û got: “Me ji NY’yê daxwaz kir ku gelê Kurd di NY’yê de bê naskirin, mafê gelê Kurd bê naskirin. Kursiyek ji bo gelê Kurd bê diyarkirin ku hejmara gelê Kurd zêdetirî 70 milyon e û bi hezaran sal e li ser axa xwe dijî. Wan jî keyfxweşiya xwe anî ziman û ji bo sekna me ya aştiyane spasiya me kir. Soz dan ku daxwazên me bigihînin navenda xwe ya li Şamê û da ew jî bigihînin Rêveberiya NY’yê. Wan jî got mafê her gelî heye ku qedera xwe diyar bike, daxwaza we daxwazek rewa ye.”

(bî)

ANHA