Li Sûdanê hezar sivîl bi dronan hatin kuştin

Komîserê Bilind ê Mafên Mirovan ê Neteweyên Yekbûyî bikaranîna dronan di şerê Sûdanê de şermezar kir û got ji destpêka sale ve zêdetirî hezar kesî hatine kuştin.

Li Sûdanê hezar sivîl bi dronan hatin kuştin
15 hezîran, 2026   13:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Komîserê Bilind ê Mafên Mirovan ê Neteweyên Yekbûyî destnîşan kir ku di şerê li Sûdanê de dronan gelekî bi kar tînin û di navbera çend mehan de zêdetirî hezar sivîl hatine kuştin.

Volker Turk li pêşiya Meclisa Mafên Mirovan a girêdayî Neteweyên Yekbûyî li Cinêvê got: "Şer li Sûdanê berfireh bûye û di şer de dronan gelekî bi kar tînin. Ji meha Çileyê heyanî meha Gulana 2026`an li gorî ofîsa me belge kiriye, zêdetirî hezar sivîl di bombebarankirinên bi dronan de hatine kuştin."

(np)