Wezîrekî Îsraîlê: Lihevkirina DYA-Îranê me eleqedar nake

Wezîrê ewlekariya neteweyî yê Îsraîlê nerazîbûn nîşanî lihevkirina DYA û Îranê da û got lihevkirin dê Tel Avîvê eleqedar neke.

 Wezîrekî Îsraîlê: Lihevkirina DYA-Îranê me eleqedar nake
15 hezîran, 2026   12:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê ewlekariya neteweyî yê Îsraîlê Îtamar Ben Gvir nerazîbûneke tund nîşanî lihevkirina çaverêkirî ya di navbera Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) û Îranê de da.

Ben Gvir der barê vê yekê de ev tişt li ser kanala xwe ya Telegramê parve kir: "Lihevkirina Trump bi tiştekî me eleqedar nake… Em ne aliyekî wê ne û ewlehiya me mîsoger nake."

Ben Gvir her wiha got: "Divê em ji bilî hilweşandina Hizbullahê kêmtir qebûl nekin. Divê em ji tu bihosteke axa ku leşkerên me li Lubnanê desteser kiriye û ji binesaziya terorîstan paqij kiriye, venekişin."

DYA û Îranê ragihandibû ku ew gihaştine peymaneke çarçoveyî ya ku armanc dike şer û pevçûnên li Rojhilata Navîn bi dawî bike. Aliyan diyar kir ku ji bo lihevkirineke mayînde, wê di nava 60 rojan de dest bi dan û standinên berfireh bikin.

 (bb)