Şandeyek PE’yê serdana Daîreya Têkiliyên Derve ya li Qamişloyê kir

Şandeyek PE’yê, ji bo naskirina rewşa herêmê, projeya Rêveberiya Xweser û rola jinan di nava wê de, serdana navenda Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya li bajarê Qamişloyê kir.

Şandeyek PE’yê serdana Daîreya Têkiliyên Derve ya li Qamişloyê kir
31 gulan, 2025   22:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Şandeyek Parlamentoya Ewropayê (PE) bi serokatiya hevserokê Koma Çepgir a Parlamentoya Ewropayê Martin Sherdowan, gerînendeyê Beşa Navneteweyî ya Saziya Rosa Luxemburg Philipp Degenhard, nûnerê DEM Partiyê li gel saziyên Ewropî yên li Strasborug’ê Fayîk Yagizay, rojnamevan û şêwirmenda Fayîk Yagizay Dr. Sara Glenn, cîgirê Martin Sherdowan Nora Frese-Windenburg, serdana Navenda Daîreya Têkiliyên Derve ya li Qamişloyê kir.

Hevseroa Daîreya Têkiliyên Derve Îlham Ehmed, cîgirên hevserokatiyê Robêl Beho û Gulistan Elî şande pêşwazî kir.

Di civînê de rewşa giştî ya Sûriyê, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, projeya Rêveberiya Xweser û rola jinan di nava wê de, şandeya ku ji hêla Rêveberiya Xweser ve ji bo dan û standinên bi desthilata Şamê re hatiye avakirin, rakirina cezayên aborî li ser Sûriyeyê, pêwîstiya teşwîqkirina desthilata Şamê ya pabendbûna bi sozên xwe yên ji bo pêkanîna demokrasiyê, mafên pêkhateyan û mafên jinan pêşkêş kirine, hatin gotûbêjkirin.

Endamê PE’yê û Hevserokê Koma Çepgir a Parlamentoya Ewropayê Martin Sherdowan jî got koma çepger nûnertiya 46 endamên ji dewletên cuda yên Ewropayê dike, û ew ji bo pêşxistina doza Kurd xebatên xwe didomîne, ku îstîqrar li herêmê, Sûriyeyê û Rojhilata Navîn pêk bê.

Sherdowan di berdewama axaftina xwe de wiha got, "Ji bo ku em rewşa siyasî ya li Sûriyeyê yekser û ji nêz ve bişopînin, me serdana herêmên Rêveberiya Xweser kir. Bi van zanyariyan me wergirtine, em ê li ser projeyek siyasî, yan jî fikrên siyasî, yên ji bo destekdayîna pirsgirêka Kurdî di Parlamentoya Ewropayê de bixebitin."

Sherdowan di dawiyê de got, "Ji bo Ewropayê girîng e ku Sûriye aram, piralî, demokratîk û li ser bingeha wekhevî û beşdariya civakî be. Her wiha ji ber ku em van nirxan parve dikin, em xwe di têkoşînên siyasî yên ku Rêveberiya Xweser pê re rû bi rû ye de jî, hevkar dibînin."

(ac/fr)