20 sal e di sînemayê de têkoşîna şervanên jin vedibêje

Fîlmên ku derhêner Dêrsim Zêrevan çêdike ji çîrokên xeyalî dûr in û bêhtir nêzî rastiyê ne. Di naveroka wan fîlman de têkoşîna şervanên jin ên Kurd û êşên civakan tên vegotin.

20 sal e di sînemayê de têkoşîna şervanên jin vedibêje
1 hezîran, 2025   04:45
QAMIŞLO
EHMED SEMÎR - SILAVA ABDULREHMAN

Dêrsim Zêrevan ji bo danansîna doza gelê Kurd, êşên wî û berxwedana wî ya di li dijî dijminan, berê xwe daye çêkirina fîlman.

Dêrsim Zêrevan di sala 2004`an de li çiyayên bilind ên Kurdistanê dest bi rêwîtiya xwe ya sînemageriyê kir. Wê demê wê ji sînemager û rojnamevan şehîd Xelîl Dag xwest xebata di warê sînemayê bike û pêşniyara wê hat qebûlkirin. Dêrsim dibêje: "Ev ne tesaduf bû. Ez ji vî karî hez dikim.”

Dêrsim Zêrevan fîlmên li ser rastiyê yên ku têkoşîna şervanên jin ên Kurd radixe ber çavan çêdike. Wê der barê mijarê got: "Jinên Kurd ji bo welatê xwe tê dikoşin, ew şervanên leheng in.”

Fîlmek li ser jiyana têkoşer Sakîne Cansiz (Sara) ku 30 salan ji boza kurdî tê koşiya, bi navê ‘Jiyana Min Her Şer Bû’ çêkiriye.

Dêrsimê der barê sedema di fîlmên xwe de balkişandina ser pirsgirêkên jinan de wiha got: "Di jiyanê de dozeke me heye, em dixwazin jin xwedî li nasnameya xwe derkevin. Ger jin azad nebin, em nikarin behsa welat bikin. Ez di wê bawriyê de me ku jin dikarin jiyanê xweştir, ewletir, aramtir û wekhevtir bikin.”

Her wiha diyar kir ku sîstemên desthilatdar nasnameyên jinan, xweza, zarok û civakê diçewisînin û wan di warê huner û sînemayê de bi kar tînin û got: "Em dixwazin nîşan bidin ku pirsgirêkên jinan di sînemayê de ne amûra îstîsmarê ne.”

‘ŞOREŞGERÊN ŞENGALÊ’; FÎLMA BERXWEDAN Û ÊŞÊ

Dêrsim Zêrevan bi fîlma ‘Şoreşgerên Şengalê’ beşdarî Festîvala Fîlman a Jinan a Nûjiyan bûye.

Fîlm di vekirina festîvalê de hat nîşandan û berê jî beşdarî Festîvala Dusseldorfê û çend festîvalên din bûye.

Li ser axa Şengalê, çend xort û keçên profesyonel yên ji her çar parçeyên Kurdistanê hatin cem hev da ku fîlmê çêkin, her wiha hin ciwanên enternasyonalîst jî ji deverên dûr hatin û beşdarî kişandina fîlmê bûn.

Dêrsimê diyar kir ku fîlm li herêma ku bûyer û berxwedan lê qewimîn, hatiye kişandin û lîstikvanên ku rol lîstine ew êş kişandine û çîrok vegotin, hin ji wan şervanên ku beşdarî parastina civaka Êzidî bûbûn jî hebûn. Dêrsim dibêje ku amadekariya fîlmê di sala 2018`an de dest pê kiriye, di sala 2020`an de kişandina fîlmê temam bûye û di sala 2024`an de jî xebatên li ser fîlmê bi dawî bûne.

Fîlma Şoreşgerên Şengalê êşa civaka Êzidî ya di sala 2014'an de û komkujiyên li dijî wan nîşan dide û balê dikişîne ser jin û zarokên ku herî zêde rastî revandinê û hovîtiya DAIŞ'ê hatine.

Fîlm behsa rola 12 şoreşgeran jî dike ku 2 ji wan şervanên jin in ku rê li ber pêşveçûna çeteyên DAIŞ’ê li Şengalê girt û têkoşîneke dîrokî ji bo rizgarkirina bajêr kir.

Dêrsim got wan di şert û mercên dijwar de fîlm kişandiye ku hîna bandora komkujiyê diyar bû û nehatibû jibîrkirin û got: “Dema ku me dîmenên biêş ji nû ve zindî kirin, dilê me dişewitî.”

KÊŞE Û ASTENGÎ

Li gorî Dêrsimê wan di dema kişandina fîlmê de gelek astengî kişandine, yek ji wan hebûna mayinên ku ji aliyê DAIŞ'ê ve hatibûn çandin, her wiha hewldanên artêşa Iraqê yên ji bo têketina bajêr û êrişên hewayî yên dewleta Tirk ên li ser Şengalê.

Dêrsim bi bîr dixe kesekî hêja Mam Zekî Şengalî wê demê şehîd bû ku piştgirê sereke yê serkeftina fîlmê bû. Tevî vê jî, di dema kişandina fîlmê de tiştek bi endamên ekîbê nehat, ev yek wek serkeftinekê hate dîtin. Lê piştî ku fîlm bi dawî bû, çend kesên ku di fîlmê de lîst şehîd bûn, ji wan kameraman Pîro ku di êrişa dewleta Tirk de şehîd bû.

Dêrsim Zêrevan di dawiya axaftina xwe de got: "Em li vî welatî ne tenê sînemager in. Em rastiya vê erdnîgariyê dizanin, me ji aliyekî ve diparast û ji aliyê din ve darbestên hevrêyên xwe yên şehîd hildigirtin. Kurd tu carî bi şehadetê têk neçûn, wesiyeta şehîdan ew bû ku ev fîlm bi ser bikeve. Bi çêkirina fîlmên ‘Nameyên ji Şengalê û Şoreşgerên Şengalê’ ew wesiyet pêk hat.”

(k)

ANHA