Eşîrên Ereban: Rêveberiya Xweser nimûneya yekitiya Sûriyeyê ye

Şêxên eşîrên Ereban diyar kir ku Rêveberiya Xweser nimûneya yekitiya Sûriyeyê ye, her wiha bang li desthilata Şamê kir ku bi tevkariya QSD’ê dest bi avakirina Sûriyeyeke demokratîk bike.

Eşîrên Ereban: Rêveberiya Xweser nimûneya yekitiya Sûriyeyê ye
1 hezîran, 2025   03:35
HESEKÊ
DIYAR EHMED

Şêxên eşîrên Ereban ên ji bajarê Hesekê li ser girîngiya hevgirtina gelê Sûriyeyê û piştevaniya bi Rêveberiya Xweser re axivîn.

Nûnerê eşîra Benî Sebaa li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Şêx Hisên El Sada got: "Dema ku me li dijî terorîzmê şer kir, hin ji wan bi mijarên din ve mijûl bûn, lê me rêveberiyek ava kir ku hemû pêkhateyên Sûriyeyê di nav xwe de bigire; rêveberiyek berfireh û yekgirtî ku li ser bingeha nasnameya nîştimanî ya Sûriyeyê dixebite û destkeftiyên wê diparêze."

Şêx Hisên El Sada got: “Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, me sazî parastine, zanîngeh ava kirine û xizmet pêşkêş kirine, her çend hindik be jî, lê pêşeroja me dê geş be."

Şêx Hisên El Sada xîtabî serokê desthilata Şamê kir û got: "Eger hûn dixwazin Sûriyeyeke azad ji bo hemû sûriyeyiyan ava bikin, divê hûn destê xwe bixin destê Hêzên Sûriyeya Demokratîk. QSD’ê ji deryayê heta çem gelê Sûriyeyê hembêz dikin û hemû Sûriyeyan temsîl dikin."

Şêx Hisên El Sada Zilaman tekezî li ser yekitiya civaka Sûriyeyê kir û got: "Nîjadperest dê di belavkirina nakokiyan di navbera me de bi ser nekevin. Dê pevçûnek di navbera Kurd û Ereban de çênebe, ji ber ku tiştên ku me tîne gel hev ji yên ku me ji hev vediqetîne mezintir e. Kurd û Ereban bi hezaran şehîd, ew jî wek me Sûriyeyî ne. Em ê bi wan re bisekinin. Welatê me yek welatekî pirneteweyî ye û em ê bi hev re welatê xwe ava bikin."

Şêxê eşîra El Kilizat a El Begara Şêx Besam El Cenayîd jî got: "Em hêvî dikin ku gelê Sûriyeyê di evînê de bibe yek û di navbera komeke etnîkî û komeke din an jî mezhebek û komeke din de cudahî nebe. "

Şêx Besam El Cenayîd piştgiriya xwe bi projeya Rêveberiya Xweser re anî ziman û wiha domand: “Em piştgiriyê didin vê projeyê, ku ji bo siberoja hemû Sûrîyeyiyan dixebite. Em hêvî dikin ku Sûriye ber bi aramiyeke domdar ve biçe."

Şêx Besam El Cuneyd di dawiya axaftina xwe de bang li gelê herêmê kir ku li hember hewldanên çandina nakokî û xîtaba retorîkê bisekinin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Divê em bi yekrêzî li hember hewldanên parçekirin û jihevdûrxistinê bisekinin.”

(bb)

ANHA