Şandeya Rêveberiya Xweser bi keşeyê dêra Montserrat a li Katalonyayê re civiya

Şandeyê Rêveberiya Xweser li Katalonyayê bi keşeyê dêra Montserrat Manil Casche re civiya. Di hevdîtinê de hate gotin, bi saya projeya Rêveberiya Xweser aştiya navxweyî ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatiye parastin.

Şandeya Rêveberiya Xweser bi keşeyê dêra Montserrat a li Katalonyayê re civiya
7 kanûn, 2023   20:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya ku malpera fermî ya Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser weşandiye , şandeya Rêveberiya Xweser ji hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve Bedran Çiya Kurd, nûnerê Rêveberiya Xweser li Ewropayê Ebdulkerîm Omer û hevseroka Partiya Yekitiya Suryan a Sûriyeyê Nezîra Gewriyê pêk hat bi keşeyê  dêra Montserrat a dîrokî Manil Casche re civiya. Hevîdtin li dêra li ser çiyayên Montserrat a li Katalonyayê pêk hat.

Keşe Manil Casche der barê dîroka dêrê ya nêzî 50 kîlometre li rojavayê bajarê Barcelona yê Katalonyayê ye de axivî û got: ′′Dêr di sedsala 16'emîn piştî zayînê de hatiye avakirin. Ev dêr a herî kevnar li Ewropayê ye. Ji derveyî girîngiya wê ya olî, dêr cihekî rewşenbîrî ye ji ber ku tê de bi deh hezaran pirtûk û dibistaneke muzîkê ji bo zarokan hene.Dêra Montserrat di şerê navxweyî ya li Spanyayê de rastî êrişên mezin hat û di encama wî şerî de 22 keşe hatin kuştin. Dêr di serdema Francesco Franco de bûbû wargeha siyasetmedar, hunermend û xwendekarên ku ji qirkirinê direvin. Têkiliya dêra me bi Rojhilata Navîn re xwedî dîrokeke dirêj e. Baba Palasyosê serdana piraniya dewletên Rojhilata Navîn bi taybetî Sûriyeyê kir, da ku dîrok û şaristaniya Suryanan û ya herêmê belge bike."

Der barê rewşa xiristiyanên li  herêmê  de keşe Casche got: "Me rewşa xiristiyanan a di dema êrişên komên tundraw de dişopand û me zirara ku gihîştiye dêran û koçberkirina wan jî jî dît. Em hêvî dikin ev kiryar bi dawî bibin da ku her kes bi aramî û aştî bijî."

Keşe naskirina Rêveberiya Xweser ji aliyê parlamentoya Katalonyayê ve bi gaveke erênî nirxandin û got, ev yek dê rê li ber pêşxistina têkiliyan di navbera herdu aliyan de vedike. Her wiha hêvî kir ku ev naskirin bibe destpêka karên hevbeş.

Hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Bedran Çiya Kurd kêfxweşiya anî ziman ku li dêrê  ye û wiha axivî: "Dema dêr xwedî li erkên olî derkeve û bibe stargeha kesên ku ji zilm û zorê direvin ev yê wateya ku dêrê di dîrokê de roleke erênî ya mezin lîstiye. Pêwîst e hemû deverên olî bibin meqseda aştî û hezkirina di navbera ol û gelan de."

Çiya Kurd bal kişand ser şerê li  Sûriyeyê jî  û ev nirxandin kir: "Şerê Sûriyeyê bûye şerekî olî û mezhebî. Di encamê de bi sed hezaran kes bûn qurban. Wek ku tê zanîn pêkhateya xiristiyan û kêmolên din ji ber zilm û zorê gelek salan zehmetî kişandine. Her wiha li deverên di bin dagirkeriya komên tundraw yên girêdayî dewleta Tirk de dêr û perestgehên êzidiyatiyê û xaniyên şêniyan wêran kirin û şênî jê derkirin. Jer wiha êzidî neçar kirin ku bibin misliman. Kiryarên bi vî rengî li dijî hemû pîvanên olî ne.′′

Bedran Çiya Kurd diyar kir ku pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê neket vî şerî û wiha domand: "Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo ku xwe ji şerekî wiha dûr bixin projeya Rêveberiya Xweser ragihand. Bi saya vê projeyê me aştiya civakî û jiyana hevbeş di navbera hemû ol û neteweyan de parast, ji ber wê jî em dibînin ku projeya me destkeftiya hemû pêkhateyên herêmê ye. Ji bo ku ev proje bidome pêwîstiya me bi keda hemûyan heye."

Nezîra Gewriyê jî wiha axivî: "Ez li vir û li vî cihê pîroz hestên pir cuda û xweş hest dikim. Ez zehmetiyên ku di ser mesîhiyên Rojhilata Navîn re derbas bûne nexasim di çend salên borî de yên ji ber teror û tundrawiyê, bi bîr tînim."

Nezîra Gewriyê destnîşan kir ku Suryan tevî hemû zehmetiyan dîsa jî ji bo parastina baweriyên xwe yên olî û misogeriya mafên xwe tê dikoşe.

(mh)