Li Dêrazorê ji bo şehîd Ronî merasîmekî bi heybet

Li Dêrazorê ji bo fermandarê Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê Ronî Welat merasîmê oxirkirinê hat lidarxistsin.

Li Dêrazorê ji bo şehîd Ronî merasîmekî bi heybet
Li Dêrazorê ji bo şehîd Ronî merasîmekî bi heybet
Li Dêrazorê ji bo şehîd Ronî merasîmekî bi heybet
Li Dêrazorê ji bo şehîd Ronî merasîmekî bi heybet
Li Dêrazorê ji bo şehîd Ronî merasîmekî bi heybet
Li Dêrazorê ji bo şehîd Ronî merasîmekî bi heybet
7 kanûn, 2023   21:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji Fermandarên Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê Ronî Welat (Şêrwan Hesen) 5′ê Kanûnê di encama êrişeke terorîst de li rojhilatê Dêrazorê de dema li ser erka xwe bû, hate şehîdxistin.

Li gorî nûçeya Navenda Ragihaninê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê ji bo fermandar Ronî Welat merasîmê oxirkirinê li avahiya fermandariya Akademiyên Leşkerî ya Dêrazorê  li dar xist. Endamên Fermandariya Giştî ya QSD′ê, şervan û fermandarên Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê û rûspiyên eşîrên herêma Dêrazorê amade bûn.

Merasîm bi torana leşkerî ya Hêzên Komanos ên girêdayî QSD û Hêzên Antî-Teror ên Hêzên Ewlekariya Hundirîn dest pê kir.

Piştre endamê Fermandariya Giştî ya QSD′ê Loqman Xelîl axivî û li ser têkoşîna şehîd Ronî Welat got: "Heval Ronî ji bo avakirina artêşeke li gorî rêgezên neteweya demokratîk û ji bo parastina destkeftiyan gelan û jiyaneke bi rûmet û azad tê koşiya.′′

Fermandar Xelîl got ew deynarê fermandar Ronî ne û dê armancên wî bighînin serî û wiha dom da axaftina xwe: "Hevrê Ronî ji bo şêniyên herêmê bûbû hêvî. Hevrê Ronî li Dêrazorê, li cihê ku bidawîbûna rêxistina DAIŞ a terorîst lê hatî nivisîandin têkoşîn û berxwedan xwe dewam kir heta ku rêxistina terorîst bi dawî bû. Her wiha di jinûve avakirina hevgirtina civaka herêmê de kedeke mezin da. Fermandar Ronî ne tenê ji bo gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, di heman demê de ji bo tevahî gelê Sûriyeyê xizmetên bêhempa pêşkêş kir. ′′

Têkildarî merasîmê şehîd Ronî Loqman Xelîl got: "Merasîmê hevrê şehîd Ronî li Dêrazorê hat lidarxisti; ji ber ku şêniyên herêmê Ronî wekî ewladekî xwe dibî û ew hembêz kir. Eger em bixwazin navekî li vê meşê bikin em ê bêjin ′meşa gelan′. Em şehîdê xwe oxir dikin. Rastiya hevrê Ronî vedigere bi dehên salan, gotin rastiya xwe îfade nake. Eger em bixwazin navekî lê bikin ji bilî navê ′şehîdê yekitiya gelan′ em tu navên din layîqî wî nabînin."

Fermandar Loqman Xelîl bi navê Fermandariya Giştî ya QSD′ê sersaxî da malbata şehîd Ronî û hevreyên wê û tevahî gelên herêmê û got, dê têkoşîna wî bidomînin û tolê hilînin.

Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê Ebû Leys Xeşam jî axivî û bal kişand ser rola şehîd Ronî di pêkanîna  istiqrara herêmê û têkbirina teroa DAIŞ′ê de. Her wiha soza şopandina xeta şehîdan da.

Di merasîmê de fermandarê Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê Sayîl El Zobai got, bi saya şehîdan ewlehî hatiye mîsogekirin.

 Ji rûspiyên qebîleya Igêdat Fethî El Itêş û Feysel El Necres jî bal kişand ser têkoşîna şehîd Ronî Welat a têkbirina terora DAIŞ li herêmê û piştgiriya xwe bi QSD′ê re anîn.

Hevreyên şehîd cenaze li ser milê xwe kirin û ber bi Qamişloyê ve oxir kirin. Cenaze wê sibe li Qamişlo were veşartin.

(bb)