Şandeya PYD’ê bi parlamenterên Mexribê re hevdîtin kir

Şandeya PYD’ê li hola parlamentoya Mexribê bi gelek parlamenteran re civiyan. Di civînê de her du aliyan nêrînên xwe li ser pêşdeçûnên li ser Sûriyeyê û pirsgirêka Kurdî parve kirin.

Şandeya PYD’ê bi parlamenterên Mexribê re hevdîtin kir
Şandeya PYD’ê bi parlamenterên Mexribê re hevdîtin kir
Şandeya PYD’ê bi parlamenterên Mexribê re hevdîtin kir
Şandeya PYD’ê bi parlamenterên Mexribê re hevdîtin kir
Şandeya PYD’ê bi parlamenterên Mexribê re hevdîtin kir
3 hezîran, 2025   22:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) li ser malpera xwe ya fermî nûçeyek parve kir, ku şandeya PYD’ê, li Parlamentoya Mexribê, bi beşdariya serokê Bloka Yekitiya Sosyalîst Ebdurehîm Şehîd û serokê Komîteya Edl û Qanûnsaz Seîd Beezîz ên di parlamentoyê de hevdîtinek pêk anî.

Di hevdîtinê de, serokê şandeyê PYD’ê Silêman Ereb li ser pêşdeçûnên li qada Sûriyeyê û pirsgirêka Kurd li Sûriyeyê axivî. Her wiha her du aliyan nêrînên xwe li ser rewşa siyasî ya li Mexribê parve kirin û got rewşa li Mexribê, ji aliyê pirneteweyî ve, heta astekê dişibe ya Sûriyeyê.

Her du aliyan girîngî da pêşxistina têkiliyên di navbera Mîrnîşana Mexribê û Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku piştî 2011’an guhertinên siyasî li Mexribê çêbûn, destûr hat guhertin, zimanê Amazîxî li kêlek zimanê Erebî wekî zimanê fermî hat erêkirin.

Şandeya PYD’ê tev li Konferansa " Yekîtiya Ciwanên Sosyalîst û Demokrat ên Cîhana Erebî", ku ji 27 heta 30’ê Gulanê li Mexribê hate lidarxistin, bû.

(fr)