Du moşek ku gengaz e yên Îsraîlê ne li Derayê ketin

Du moşek, ku gengaz e ji hêla hêzên Îsraîlê ve hatibin avêtin, li gundewarê rojavayê Derayê ketin.

Du moşek ku gengaz e yên Îsraîlê ne li Derayê ketin
3 hezîran, 2025   21:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Du moşek li nava zeviyên di navbera gundên Koya û Meiriye de yên herêma Hewd Yermûk a li gundewarê rojavayê Derayê, ketin. Lê tu agahiyên der barê zirar û windahiyan de nehatin bidestxistin.

Çavkaniyên xwecih diyar ku îhtîmal e hêzên Îsraîlê yên li Colana Sûriyeyê bi cih bûne, avêtine.

Ev bûyer, di çarçoveya rêze derbasbûna hêzên Îsraîlê li herêma sînor de pêk tê û bandorek yekser li ser jiyana hemwelatiyan û tevgerên wan ên rojane dike.

(fr)