Komeleya Mezopotamya li du taxên Laziqiyê pakêtên alîkariyê belav kirin

Komeleya Mezopotamya ya Alîkarî û Geşepêdanê ji bo piştgirîkirina komên herî mexdûr bi hevkariya Midûriyeta Kar û Barên Civakî li du taxên Laziqiyê pakêtên alîkariyê belav kirin.

Komeleya Mezopotamya li du taxên Laziqiyê pakêtên alîkariyê belav kirin
3 hezîran, 2025   22:12
LAZIQIYÊ

Komeleya Mezopotamya di çarçoveya xebatên xwe yên ji bo piştgirîkirina komên herî mexdûr, bi hevkariya Midûriyeta Kar û barên Civakî li du taxên Lazqiyê pakêtên alîkariyê li jinebiyan û kesên bi nexweşiyên kronîk ketine belav kirin.

Ev çalakî di çarçoveya konvoya sêyemîn a komeleyê de ye, û ji bo piştgiriya jinan û xurtkirina rola wê di civakê de ye. Komele her wiha hewl dide ku alîkariyên mirovî yên ku ji bo başkirina şert û mercên jiyanê yên sûdmendan peyda bike.

(fr)