Şandeya leşkerî ya Iraqê serdana Şengalê kir

Şandeyek bilind a leşkerî bi serokatiya Serfermandarê Artêşa Iraqê Ebdulemîr Reşîd serdana Şengalê kir.

Şandeya leşkerî ya Iraqê serdana Şengalê kir
22 îlon, 2026   12:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Şandeyek bilind a leşkerî ku Serfermandarê Artêşa Iraqê Ebdulemîr Reşîd serokatiya wê dike, bi armanca şopandina rewşa ewlehiyê, serdana Şengalê kir.

Li gor agahiyan wê şande li nava Şengalê li gel pêkhate û fermandarên leşkerî yên Şengalê hin hevdîtinan bikin û rewşa dawî ya ewlehî û xizmetguzariyan a Şengalê biaxivin.

Ev serdan, piştî rênimayiyên Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî yên ji bo pêkanîna komîsyonek ewlehiyê ya ji bo şopandina rewşa Şengalê û amadekirina raporek berfireh li ser aliyê ewlehî û xizmetguzariyan, pêktê.