Çalakiya ji bo zimanê kurdî bi tevlêbûneke girseyî dest pê kir

Bi beşdariya bi hezaran xwendekar û şêniyên bajar û bajarokên herêma Cizîrê, li Qamişloyê çalakiya ji bo daxwaza mafê perwerdeya bi zimanê kurdî dest pê kir.

Çalakiya ji bo zimanê kurdî bi tevlêbûneke girseyî dest pê kir
22 îlon, 2026   12:52
QAMIŞLO

Li bajarê Qamişloyê bi beşdariyeke girseyî ya şêniyên bajar û bajarokên herêma Cizîrê yên Dêrik, Amûdê, Dirbêsiyê, Çilaxa, Til Temir, Tirbespiyê, Girkê Legê, Qamişlo û Hesekê çalakiya ji bo daxwaza mafê perwerdeya bi zimanê kurdî dest pê kir.

Beşdarên çalakiyê yên ku ji şênî, xwendekar û çînên cuda yên civakî pêk tê, li pêşiya Stadyuma Şehîdên 12`ê Adarê ya li Qamişloyê kom bûn, çalakî ji hêla Însiyatîfa Gel bi dirûşma “Zimanê me nasnameya me ye” pêk tê.

Çalakvanan pankartên “Zimanê me nasnameya me ye”, “Zimanê me pêşeroja me ye”, “Xwîna şehîdan zimanê me parast”, “Zimanê me rûmeta me ye” û “Bê ziman jiyan nabe” rakirine.

Li gorî komîteya amadekar bernameya çalakiyê ji axaftina bi navê xwendekar û mamosteyên zimanê kurdî, Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), Kongra Star, Kongra Îslama Demokratîk û Meclisa Malbatên Şehîdan pêk tê.

Ev çalakiyê wek bertek li hemberî biryara ‘964/2068’an a ku 27`ê Tebaxê ji bo dayîna tenê çend saetên dersên zimanê kurdî di dibistanan de tê lidarxistin. Ji wê demê ve li herêmê çalakî didomin.

(sb)

ANHA