Şandeya Fransî serdana YPJ’ê kir

Şandeya Fransî di çarçoveya hevdîtinên xwe yên li Rojavayê Kurdistanê de, serdana YPJ’ê kir.

Şandeya Fransî serdana YPJ’ê kir
3 sibat, 2026   16:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Şandeya Fransî ku ji Cîgira Seroka Bloka Partiya Sosyalîst a Fransayê û Berpirsa Têkiliyên Parastinê ya Parlamentoyê Anna Pec û Berpirsa Têkiliyên Derve ya Senatoya Fransayê Dylan Bouteflika pêk tê, duh li bajarê Qamişlo serdana Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser kiribû. 

Şandeyê bi Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed, cîgira hevserokatiyê Gulistan Elî û nûnerên Rêveberiya Xweser re hevdîtin kiribû.

Şandeyê îro jî serdana YPJ’ê kir.

Endamên şandeyê ji aliyê endamên Fermandariya Giştî ya YPJ’ê Rohilat Efrîn ûViyan Adar ve hatin pêşwazîkirin.

Di serdanê de Anna axivî û got: "Em hatin vir da ku tiştên li Rojava pêk tên bibînin û dengê gelê Kurd bigihînin welatên rojavaa û mafên wan biparêzin."