Heyva Sor a Kurd alîkariyên Pirtûkxaneya Giştî ya Bekreco wergirtin

Komeleya Ahengiyê ya Pirtûkxaneya Giştî ya Bekreco ya li bajarê Silêmaniyê alîkariyên ku ji Rojavayê Kurdistanê re kom kirin, radestî Heyva Sor a Kurd kir û got; “Tişta ku me kiriye tenê erkekî mirovî, exlaqî ye."

Heyva Sor a Kurd alîkariyên Pirtûkxaneya Giştî ya Bekreco wergirtin
3 sibat, 2026   16:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Di çarçoveya kampanyaya berhevkirina alîkariyan ji Başûrê Kurdistanê bo Rojavayê Kurdistanê de, Komeleya Ahengiyê ya Pirtûkxaneya Giştî ya Bekreco ya li bajarê Silêmaniyê hefteya borî kampanyayek ji bo piştgiriya Rojava da destpêkirin. Îro piştî nîvro alîkariyên hatine komkirin radestî Heyva Sor a Kurd hate kirin. Endamê kampanyayê Newzad Babanî têkildarî mijarê ji Rojnewsê re axivî.

Newzad Babanî got: “Em erkê xwe dibînin ku alîkariyên kampanyaya ji aliyê Komeleya Ahengiyê ya Pirtûkxaneya Giştî ya Bekreco radestî Heyva Sor a Kurd bikin. Berhemên hatine komkirin de xurak û berhemên hişkin û me ew radestî Heyva Sor a Kurd kirin da ku wan bigihînin gelê Rojavayê Kurdistanê. Em tiştê ku me kiriye wekî erkek mirovî û exlaqî dibînin. Em amade ne ku her tiştê ku ji bo Rojava pêwîst be bi aliyên peywendîdar re bikin.”