Li Kobanê merasîma 12 şehîdan

Şêniyên Kobanê bi merasîmeke biheybet 5 şehîd oxir kirin û 7 şehîd jî bi bîr anîn.

Li Kobanê merasîma 12 şehîdan
Li Kobanê merasîma 12 şehîdan
Li Kobanê merasîma 12 şehîdan
Li Kobanê merasîma 12 şehîdan
Li Kobanê merasîma 12 şehîdan
Li Kobanê merasîma 12 şehîdan
Li Kobanê merasîma 12 şehîdan
Li Kobanê merasîma 12 şehîdan
Li Kobanê merasîma 12 şehîdan
Li Kobanê merasîma 12 şehîdan
Li Kobanê merasîma 12 şehîdan
Li Kobanê merasîma 12 şehîdan
Li Kobanê merasîma 12 şehîdan
Li Kobanê merasîma 12 şehîdan
Li Kobanê merasîma 12 şehîdan
Li Kobanê merasîma 12 şehîdan
Li Kobanê merasîma 12 şehîdan
Li Kobanê merasîma 12 şehîdan
Li Kobanê merasîma 12 şehîdan
Li Kobanê merasîma 12 şehîdan
Li Kobanê merasîma 12 şehîdan
3 sibat, 2026   15:48
KOBANÊ

Bi sedan şêniyên Kobanê, endamên saziyên Rêveberiya Xweser, partiyên siyasî û rêxistinên jinan, şervanên YPG`ê Milîtan Rojava (Mihemed Hisên Xeşo) ku 17`ê Çileya 2026`an li Reqayê, Çiyager Armanc (Yezen Mihemed) ku 17`ê Çileya 2026`an li Reqayê, Mazlûm Efrîn (Mihemed Casim) ku 20’ê Çileyê li Tebqayê, Şoreş (Mehmûd Hec Elî) ku 18`ê Çileyê li Çelebiyê û Egîd Cemal (Miseb El Mihemed) ku 20`ê Çileyê li Reqayê şehîd bûbûn, îro bi merasîmeke biheybet oxir kirin.

Her wiha şevanên YPG`ê Şiyar Kobanê (Waêl Bozo) ku 25`ê Çileyê il gundê Qasimî, Baran Êlecax (Mistefa Mehmê) ku 25`ê Çileyê li gundê Qasimî, Fûrat Memît (Hemîd Mihemed) ku 18`ê Çileyê li Reqayê, şervanên Hêzên Komandos Qehreman Kobanê (Dirwar Şêxo) ku di 17`ê Çileyê li Meskenê, Qehreman Xelîl (Azad Xelîl) ku 18`ê Çileyê li Tebqayê, Xeyal Kobanê (Henîf El Ehmed) ku 17`ê Çileyê li Meskenê, şervana YPJ`ê Stêrk Rojhat (Nisrîn Xelîl) ku 18`ê Çileyê li Dêrazorê şehîd bûbûn, hatin bibîranîn.

Endama Meclisa Jinan a Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Firatê Hîba Memo sersaxî ji malbatên 12 şehîdan re xwest û diyar kir ku ew ê şopdarên şehîdên xwe bin û wiha got: "Em ê bi hemû hêza xwe li ber xwe bidin û xewn û xeyalên şehîdên xwe ta azadiyê pêk bînin.”

Ji fermandarên QSD`ê Kanî Ehmed jî diyar kir ku divê her kes rabe ser pêyan û ji bo doza azadiyê têkoşînê bike û wiha got: "Em ê li ber xwe bidin û şopdarên rêya şehîdên xwe bin. Divê kes di malên xwe de nemîne, bila derkevin û ji bo azadiyê têkoşînê bikin. Em wek QSD, em ê li ber xwe bidin û gelê xwe ji dijmin biparêzin.”

Kanî Ehmed soz da ew ê xwedî li mîrasa şehîdan derkevin û şopdarên rêya şehîdan bin û destkeftiyên şoreşa azadiyê biparêzin.

Piştî axaftinan wesîqeyên 12 şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

Cenazeyên 5 şehîdan bi tilîliyan û dirûşmên "Şehîd namirin" hatin oxirkirin.

(sş)

ANHA