Salvegera PYD‘ê li Til Temirê hat pîrozkirin

Bi beşdariya şêniyên Til Temir û Zirganê salvegera 23‘emîn a damezirandina PYD‘ê hat pîrozkirin.

Salvegera PYD‘ê li Til Temirê hat pîrozkirin
Salvegera PYD‘ê li Til Temirê hat pîrozkirin
Salvegera PYD‘ê li Til Temirê hat pîrozkirin
Salvegera PYD‘ê li Til Temirê hat pîrozkirin
20 îlon, 2026   19:50
HESEKÊ

Meclisa PYD‘ê ya bajarên Til Temir û Zirganê bi boneya salvegera 23‘emîn a damezirandina xwe çalakiyeke li xwaringeha El Xeyma ya bajarê Til Temirê li dar xist.

Çalakî bi beşdariya şêniyên her du bajaran û endamên partiyên nûnerên sasziyên sivîl pêk hat.

Çalakî bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre axaftin hatin kirin.

Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a Til Temirê Çinar Yûsif anî ziman ku salvegera damezirandina boneya nûkirina soza bi şehîdan re ye û got, qonaxa heyî hewceyî parastina destkeftiyan û xurtkirina hevgirtina pêkhateyan e.

Hevserokê PYD‘ê Xerîb Hiso jî di axaftina xwe de bal kişand ser armancên PYD‘ê û da zanîn ku PYD‘ê ramanên Rêber Abdullah Ocalan esas digire.

Xerîb Hiso bi bîr xist ku PYD‘ê li hemberî  mercên herî zehmet û siyasetên rejîma Baasê têkoşîn berdewam kir û hejmarek pêşengehên wê şehîd bûn.

Di axaftinan de bal kişand ser pirsgirêka Kurd û girîngiya naskirina nasnema, çand û zimanê Kurdî, mîsogerkirina mafên hemû pêkhateyan û avakirina Sûriyeyeke demokratîk.

Di dawiya çalakiyê de soza domandina têkoşînê û xwedîderketina li şehîdan hat kirin.

(bb)