Şahî ji zarokên Efrîn û Şehbayê re hate lidarxistin

Meclisa Bajarê Tirbespiyê bi boneya Roja Zarokan a Cîhanê şahiyek ji zarokên Efrîn û Şehbayê re li dar xist.

Şahî ji zarokên Efrîn û Şehbayê re hate lidarxistin
Şahî ji zarokên Efrîn û Şehbayê re hate lidarxistin
Şahî ji zarokên Efrîn û Şehbayê re hate lidarxistin
Şahî ji zarokên Efrîn û Şehbayê re hate lidarxistin
Şahî ji zarokên Efrîn û Şehbayê re hate lidarxistin
Şahî ji zarokên Efrîn û Şehbayê re hate lidarxistin
22 mijdar, 2025   12:49
QAMIŞLO

Bi boneya Roja Zarokan a Cîhanê, Meclisa Bajarê Tirbespiyê yê kantona Cizîrê sahiyek ji zarokên Efrîn û Şehbayê re li dar xist ku ji ber dagirkeriya warê wan ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve hatine koçberkirin.

Şahî ji Parka Kongra Star a li rojhilatê bajarê bi beşdariya bi dehan zarokan û malbatên wan hat lidarxistin.

Di şahiyê de komên zarokan stran pêşkêş kirin. Meclisa bajarê Tirbespiyê bi hevkariya Desteya Tenduristiyê ya Kantona Cizîrê şîranî û diyarî dane zarokan.

Di dawiyê de zarokan li ber stranan govend gerandin.

(bb)

ANHA