UNICEF: Li Xezayê ji destpêka agirbestê ve 67 zarok hatine kuştin

UNICEF’ê ragihand ku li Xezayê ji destpêka agirbestê û ve 67 zarok hatine kuştin.

 UNICEF: Li Xezayê ji destpêka agirbestê ve 67 zarok hatine kuştin
22 mijdar, 2025   12:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Fona Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) duh (21 Mijdar) ragihand ku li Xezayê ji dema ragihandina agirbestê ve herî kêm 67 zarok hatine kuştin.

Berdevkê UNICEF’ê Ricardo Peres got, di vê demê de bi dehan zarokên din jî birîndar bûne û diyar kir ku li gorî amaran, ji dema ku agirbest ketiye meriyetê ve rojane nêzîkî 2 zarok têne kuştin.

Peres destnîşan kir ku berdewamiya van bûyeran lawaziya rewşa mirovî ya li Xezayê nîşan dide. Her wiha da zanîn ku zarok ji ber pevçûnên berdewam û bandora wê ya rasterast a li ser sivîlan bi xetereyên zêde re rû bi rû ne.

Berdevkê UNICEF’ê banga parastina zarokan ji tundiyê kir û anî ziman ku divê hewlên mirovî werin xurtkirin û lênêrîna bijîşkî û dirûnî ji bo kesên bandordar weri peydakirin. Her wiha got: "Zarok çîna herî lawaz e. Binpêkirina rêgezên parastina sivîlan bandorên demdirêj li ser jiyana wan û tenduristiya wan a bedenî û derûnî dihêlin."

Berdevkê UNICEF’ê ê li Cinêvê Ricardo Peres ji bo bidestxistina parastineke aktîf a zarokan, tevkariyeke domdar di navbera aliyên xwecih û navneteweyî de û garantiya gihandina alîgirên mirovî bo hemû herêmên bi şer bandor bûne, hewce dikin.

(bb)