Rûsyayê ragihand ku bajarokekî Ukraynayê kontrol kiriye

Rûsyayê ragihand ku wê bajarokê Ryzdvyanka yê li Zaporizhzhya yê li başûrê Ukraynayê kontrol kiriye.

Rûsyayê ragihand ku bajarokekî Ukraynayê kontrol kiriye
24 sibat, 2026   15:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên wan bajarokê Ryzdvyanka yê li herêma Zaporizhzhia ya li başûrê Ukraynayê kontrol kiriye.

Di daxuyaniyê de ku li ser Telegramê hatiye weşandin, hate gotin: "Yekîneyên me li çend deverên Donetskê hêz û alavên Ukraynayê kirin hedef. Wesayîtên şer, topên meydanî, 5 stasyonên şerê elektronîk, depoyeke cebilxaneyê û 2 depoyên lojîstîkê îmha kirine."

Wezaretê duh ragihand ku hêzên Rûsyayê li 148 herêman tesîsên binesaziya veguhastin, enerjî û sotemeniyê, cihên pîşesaziya leşkerî, depoyên dronan û nuqteyên leşkerî yên Ukraynayê kirine armanc.

(bb)