26 rêxistinên civakî û tevgerên jinan daxwaza parastina statuya YPJ’ê kir

26 rêxistinên yên sivîl û tevgerên jinan ên li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê nameyeke vekirî ji saziyên mafê mirovan, tevgerên mafên jinan û Meclisa Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî re şand û xwest statuya YPJ’ê bê parastin. Name bi zimanê îngilîzî û erebî hat parvekirin.

26 rêxistinên civakî û tevgerên jinan daxwaza parastina statuya YPJ’ê kir
24 sibat, 2026   15:24
QAMIŞLO

26 rêxistinên civakî yên sivîl û tevgerên jinan ên li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê nameyeke vekirî ji saziyên mafê mirovan, tevgerên mafên jinan û Meclisa Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî re şand. Rêxistin û tevgeran xwest statuya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) bê parastin. 

Rêxistin û tevgeran di nameya xwe de wiha got:

“Di aloziya Sûriyeyê de ku pêşeroja me tê de tê hedefgirtin, bi rêya lihevkirinên baviksalar û îslamî hewl didin bi her cure zordariyê jinan ji tevahî qonaxên biryardayînê dûr bixin.

Ezmûna bêhempa ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) ku di destana dîrokî ya Kobanê de derkete holê, ne tenê kiryareke leşkerî bû, ew qîrînek li dijî hişmendiya baviksalar bû. Vê hişmendiyê dixwest jinan di bazarên koleyan de bifiroşe. Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi berdêlên giran ev qeyd û bend şikandin û ji jinên Sûriyeyê re bûn hêvî.

Di nava salekê de me dît ku ji hêla fonksiyonên radîkal ên hikumeta veguhêz de tundî, revandin, tecawiz, qetilkirin pêk hatin. Vê yekê nîşanî me da ku hebûna YPJ’ê pêwîstiyek e.

Em teqez dikin ku hebûna YPJ’ê ne tenê hebûneke leşkerî ye, pêdiviyeke neteweyî û exlaqî ye. Em dixwazin artêşeke me hebe ku li gorî pîvanên mirovî tev bigere, di nava de lîwayên jinan biryara birêxistinbûna xwe bidin.

Her hewldanek ku ji bo marjînalîzekirina tevlêbûna jinan di hêzên leşkerî de, an jî têkbirina parastina rewa, bê guman hewldana jiholêrakirina rola jinan a siyasî, civakî ye. Jinan bi xetereyên cidî re rû bi rû dihêle.

Ji ber vê yekê em bang li civaka navneteweyî, rêxistinên jinan û demokratîk ên çar aliyên cîhanê dikin ku li ser mijara daxwaza me ya rewakirina hebûna YPJ’ê bisekinin ku tevahî cîhanê şahidiya rola jinan a di şerê li dijî DAIŞ’ê de kiriye.

Em Sûriyeyeke ku pêşeroja wê bi hişmendiya zordariyê bê xêrkirin napejirînin. Em welatekî dixwazin ku parastina jinan garantiya yekem a parastina demokrasiyê be. Çek jî amûrek a parastina jiyanê ye.

24 Sibat 2026”

Rêxistinên name îmze kirine;

1. Kongra Star

2. Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê

3. Meclisa Jinan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD)

4. Ofîsa Jinan a Partiya Demokrat a Kesk

5. Yekitiya Jinên Êzidî ya Rojava

6. Tevgera Çandî ya Jinan a Hilala Zêrîn a Rojava

7. Rêxistina Sara ya Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan

8. Partiya Avakirin û Geşepêdana Sûriyeyê

9. Komeleya Şawîşka ji bo Jinan

10. Weqfa Jinên Azad a Sûriyeyê

11. Yekitiya Jinên Suryanî

12. Yekitiya Parêzeran

13. Meclisa Jinan a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM)

14. Partiya Guhertina Demokratîk a Kurdistanê

15. Yekitiya Êzidiyan a Sûriyeyê

16. Seroka Tevgera Pêşerojê

17. Encûmena Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê

18. Ofîsa Jinan a Partiya Biratiya Kurdistanê

19. Guhertina Demokratîk a Kurdistanê Partî

20. Partiya Yekitiya Ermen

21. Konseya Civakî ya Ermenan

22. Partiya Demokratîk a Keskan

23. Partiya Demokratîk a Kurd a Sûriyeyê

24. Mala Jinan a Qamişloyê

25. Yekitiya Jinên Ermen

26. Partiya Yekitiya Demokratîk a Kurd li Sûriyeyê

(bî)

ANHA