Hevdîtina Numan Kurtulmuş û Devlet Bahçelî bi dawî bû: Edî dora meclisê ye

Hevdîtina Serokê Meclîsa Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş bi Serokê Giştî MHP`ê Devlet Bahçelî re bi dawî bû. Piştî hevdîtinê Numan Kurtulmuş diyar kir ku ji niha û şûn ve êdî berpirsyarî ya Meclisa Tirkiyêye û divê pêvajo bi awayekî zelal bê birêvebirin.

Hevdîtina Numan Kurtulmuş û Devlet Bahçelî bi dawî bû: Edî dora meclisê ye
24 sibat, 2026   14:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Meclîsa Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş piştî bidawîbûna xebatên komisyona meclisa Tirkiyê û rapora hevpar, serdana partiyên siyasî yên Tirkiyê dike. Numan Kurtuşmuş ewilî li Meclîsa Tirkiyê serdana Serokê Giştî yê MHP`ê Devlet Bahçelî kir. Hevdîtina Numan Kurtulmuş û Devlet Bahçelî ya derbarê pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de dora nîv seat dom kir. Piştî hevdîtinê Numan Kurtulmuş diyar kir ku êdî dora meclisê ye ku li gor peşniyaran qanûnan derbixînê û got ku divê hemû alî pêvajoyê bi awayekî şefaf bi rê ve bibin.

Numan Kurtulmuş îro wê serdana Serokê Giştî yê CHP`ê Ozgur Ozel bike û pê re bicive. Dîsa wê Kurtulmuş serdana Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan bike û bi wan re bicive.

Numan Kurtulmuş dê sibe jî li Meclîsê serdana AKPê û Koma Yenîyol bike.