Rûsyayê êrişî du bajarên Ukraynayê kirin: 6 kes hatin kuştin

Di êrişên Rûsyayê yên li ser 2 bajarên Ukraynayê de 6 kes hatin kuştin.

Rûsyayê êrişî du bajarên Ukraynayê kirin: 6 kes hatin kuştin
11 cotmeh, 2026   23:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Di êrişên Rûsyayê yên li ser 2 bajarên Ukraynayê de 6 kes hatin kuştin û 20 kes jî birîndar bûn.

Waliyê herêma  Kharkivê Oleh Syniehubov agahî li ser Telegramê parve kirin û  diyar kir ku di êrişa li ser firoşgehê de 3 kes hatin kuştin û 20 kesên din jî birîndar bûn. Her wiha îşaret pê kir ku di nava birîndaran de 2 zarok hene.

Li gorî rayedarên herêmî, di êrişeke din a li rojavayê Ukraynayê de 3 kes hatin kuştin.

(f)