Rûsyayê êrişeke berfireh daye destpêkirin

Hêzên Rûsyayê êrişeke berfireh li ser Zaporizhia ya Ukraynayê daye destpêkirin, di encamê de kesek hat kuştin û 7 kes birîndar bûn. Artêşa Ukraynayê piştî windahiyên şer û pêşketinên Rûsyayê 2 efserên payebilind ji kar dûr xistin.

Rûsyayê êrişeke berfireh daye destpêkirin
16 îlon, 2025   10:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Parêzgarê herêma Zaporizhia ya Ukraynayê Ivan Fedorov ragihand ku hêzên Rûsyayê îro (Sêşem) êrişeke berfireh li ser herêma başûrê rojhilatê welêt daye destpêkirin, di encamê de kesek hatiye kuştin û 7 kes jî ku yek jê zaroke, birîndar bûn. Her wiha şewatên mezin di gelek avahiyan de çêbûn.

Medyaya Ukraynayê roja Duşemê ragihand ku fermandarê artêşê Oleksandr Syrskyi 2 efserên payebilind ji kar dûr xistine.

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê jî ragihand ku hêzên wê gundekî li Zaporizhiayê kontrol kiriye  û diyar kir ku ber bi rojava ve bi pêş ve diçin.

(k)