Di êrişa li Xezayê de 38 kes hatin kuştin

Di êrişa Îsraîlê ya berbanga îro ya li dijî Xezayê de 38 kes hatine kuştin. Êrişa li dijî bajêr dewam dike.

Di êrişa li Xezayê de 38 kes hatin kuştin
16 îlon, 2025   10:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Televîzyona Filistînê ragihand ku di êrişa Îsraîlê ya berbanga îro ya li dijî Şerîda Xezayê de 38 kes hatine kuştin.

Li gorî raporên xwecih, tankên artêşa Îsraîlê ketin nava bajêr. Ev rageşî ji nêzî 2 salan ve li bakurê Şerîda Xezayê ya herî tund e.

Li gorî rojnameya Jerusalem Post, artêşa Îsraîlê piştî çend hefteyan ji êrişên hewayî yên li dijî avahiyên li Xezayê, li dijî bajêr dest bi êrişeke bejahî ya berfireh kiriye.

Li gorî texmînan, heta şevê din ji bajarê Xezayê zêdetirî 300 hezar sivîl ber bi başûrê bajêr ve revîne û nêzî 700 hezar jî di hundir de mane. Li gorî agahiyên ku malpera Axios ji çavkaniyên Îsraîlê wergirtine, hêzên Îsraîlê ji bo kontrolkirina bajêr êrişeke bejahî daye destpêkirin.

Berbanga îro êrişên tund li dijî Xezayê pêk hatin. Li gorî AFP’ê ku agahiyên xwe ji şahidan wergirtine, piştî rojekê ji serdana wezîrê karên derve yê DYA’yê Marco Rubio ji Îsraîlê re, ev êriş pêk hatin û Rubio diyar kiribû ku DYA di êrişa Tel Avîvê ya leşkerî de piştgiriyê dide wê.

(fr)