Artêşa Îsraîlê dest bi êrişa bejahî kir

Hêzên Îsraîlê bi dijwarî Xezayê bombebaran dikin. Ji duh ve hejmara kuştiyan gihaştiye 62’yan. Li aliyê din artêşa Îsraîlê li dijî Xezayê dest bi êrişa bejahî kir.

Artêşa Îsraîlê dest bi êrişa bejahî kir
16 îlon, 2025   10:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Televîzyona Filistînê ragihand ku bi balafirên şer û topan, Îsraîlê di nava 20 deqeyan de 37 cih li bakurê rojavayê Xezayê bombebaran kirin. Êrişên bi top û balafiran hîna jî dewam dikin.

Çavkaniyên tenduristiyê yên li Xezayê ragihand îro 4 kesên din hatin kuştin û hejmarek kes birîndar bûn. Li gorî heman çavkaniyan hejmara qurbaniyan ji berbanga sibehê ve gihaştiye 62’yan.

Wezîrê karên derve yê DYA’yê Marco Rubio “muhleteke pir kurt” daye tevgera Hemasê da ku peymana agirbestê qebûl bike. Rubio got: “Dibe çend hefte bin, meh nemane.”

Der barê mijarê de wezîrê parastinê yê Îsraîlê Yesraîl Katis da zanîn ku ew ê êrişên xwe yên li dijî Xezayê bidomînin. Katis, li ser X’ê ev peyam parve kir: “Xeza dişewite, artêşa me bi destekî ji hesin bingehên terorîstan bombebaran dike. Em bi paş ve venagerin, divê Hemas dilgirtiyên me serbest berde.”

Li aliyê din platforma “Axios” a amerîkî li ser zimanê berpirsên Îsraîlê ragihand ku artêşa Îsraîlê îro (sêşem) dest bi êrişa bejahî ya li dijî bajarê Xezayê kiriye.

(dc)